Çanda kevnar li ser axa piroz didome

  • 15:36 29 Îlon 2019
  • Jiyan
Viyan Said / Almaz Nayîf 
 
ŞENGAL - Gelê Şengalê bi hatina cemahiya Amedîn re  dest bi amadekariyan dike. 
 
Gelê Şengalê bi hatina cemahiya Amedîn re  dest bi amadekariyan kir.  Cemahiya Amedîn 7 roj didome. Qubeya Amedîn ji dema farmanê de kesekî cemahiya wê nekiribû. Wekî çandekê dema ku Cejna Cemahiyê nêz dibe, şêniyên Şengalê bi hev re wek çanda xwe ye kevin amadekariya xwe dikin. Ji bo amadekariye hemû kesên xizmen hev tên cem hev û qubeya Amedî nû dikin.
 
Biboneya hatina cejna qubeya Amedîn Gûle Xelef wuha got: “ Di serîda ez cejna cemahiyê li civaka êzîdî pîroz dikim. Ev cejn 7 rojan didome. Em vê qubeya ku pîrozbahî lê tê kirin nû dikin,bav û kalen me jî wusa dikirin. Îro jî em wek çanda xwe ye kevnar vê didomînin. Ji bo cemahi bê nûkirin û amadekirin hemû kes tên cem hevd û bi her awayî ji bo nûkirina qubeya cemahiyê dixebtin.”
 
'Divê amadekarî di 5 rojan de biqedin
 
Gûle Xelef wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava 5 rojan da  pêwîst e amadekariya cemahiya werê temamkirin. Her dû rojên dawî de gel tê xêra xwe çêdike mûcevir ji bo gelê ku werin cemahîyê malavatî bike, mivanên xwe pêşvazî bike qubeyê li gor wê amade dike. Ez dîsa cejna cemahiya Amedîn pîroz dikim.  Banga min ji bo kesên  penaber bûne û bila vegerin ser axa xwe.”
 
Em ê xwedî li çanda xwe derkevin'
 
Jina bi nav Neam Xwedêda ji bo Cejna Cemahî wuha got: “ Ez cejna hemû civaka êzidî pîroz dikim. Hêvî dikim ev sal bi xweşî bê pîroz kirin. Ev cemahi çanda me ya êzidyayetiyê ya kevnar e.  Em bang li her kesî dikin ku werin Cemahiya Amedîn.”
 
Neam Xwedêda wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Dû rojên dawî de xwarin tê belavkirin. Xwerin tê çêkirin. Ciwan û hemû kes şahî û dîlanê digirin. Di roja dawî de jî perî tên nû kirin û hilîlê tên gûhartin.  Em civaka êzîdî emê her dem çanda  xwe xwûdî derbikevin.”