Di temenê xwe yê 13 salî de xwedî li çanda xwe derdikeve

  • 09:02 29 Îlon 2019
  • Jiyan
Zeynep Durgut 
 
WAN - Kardelen Tezer 13 salî ye û hem diçê dibistanê û hem jî li kursê hînê çêkirina berikan dibe. Kardelenê biçûk banga xwedî li derketina çanda çêkirina berikan kir û got: "Xwedî li derketina çandê di temenê biçûk de dest pê bike, bêtir watedar e." 
 
Jinên kurd bi motîfên cuda hest û fikrên xwe li ser berikan nexş dikin. Çanda ku êdî ber bi windabûnê ve diçe, lê li Elbaxa Wanê ji hêla jinan ve carek din tên jiyandin. Ji hêla şaredariya HDP'a Elbaxê vê, li Bazara Keda Destê Jinan qurseke berikan heye. Jin hem ji bo çanda çêkirina berikan winda nebe û hem jî ji bo debara mala xwe li kursê çêkirina berikan hîn dibin. Kardelen Tezer 13 salî û diçê dibistanê. Piştî ku ji distanê derdikeve bi dayika xwe re berê xwe dide kursê û dixwaze çêkirina berikan hêj di biçûktiya xwe de hîn bibe. 
 
'Divê em li çanda xwedî derkevin'
 
Ji bo Kardelenê hînbûna çandeke girîng e û ji ber ku ev çanda çêkirina berikan berbi windabûnê ve diçe. Kardelen, wiha nêrînên xwe ya der barê çêkirina berikan de anî ziman: "Meraqa min ji bo çêkirina berikan her tim hebû. Çêkirina berîkan ne hêsan e û wekî her tiştên din zehmetiyên wê yên taybet jî hene. Lê kedek mezin dixwaze. Her roj ez bi dayika xwe re têm û em bi hev re berikê çêdikin. Pirtûk xwendin û berik çêkirin heman hestê cuda dide min. Dema ez herduyan dikim ez xwe pir baş hîs dikim."
 
'Dema ez motîfan nexş dikim gelek kêyfxweş dibim'
 
Kardelen hêj di temen biçûk de li dijî windabûna çanda çêkirina berikan ketiye nav hewldanan. Kardelen diyar kir ku divê her kes xwedî li çanda xwe derkeve û wiha got: "Ji bo çandek bijî divê em bikevin nav hewldanan. Li kursê civateke pir xweş heye û mirov dixwaze her tim li vir bixebite. Ez li vir gelek motîfên cuda hîn bûm. Dema ez motîfan nexş dikim gelek kêyfa min tê."
 
'Mirov dikare di temenê biçûk de hînê pîşeyê bibe'
 
Kardelenê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min bi çêkirina çenteyan dest bi çêkirina berikan kir. Ev gavên min ên destpêkê bûn. Niha ji ez dikarim berik jî çêbikim. Li gorî min herkes dikare di temenê biçûk de hînê pîşeyeke bibe. Her wiha ji bo min berdewamkirina vê çandê serfiraziyeke."