'Xwedîderketina li xwezayê xwedîderketina li jiyanê ye '

  • 09:04 27 Îlon 2019
  • Jiyan
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Di navbera jin û xwezayê de peywendiyeke xurt heye. Jina bi navê Xedîce Mihemed derbarê hezkirina xwe ya xwezayê de dibêje: "Xwedîderketina li xwezayê, xwedîderketina li jiyanê ye."
 
Mirov çawa li xweza mêze bike, xweza jî berhemên xwe ewqas ji bo me pêşkêş dike. Efrîn bi xwezayê xwe tê naskirin. Mirovên li wê derê jî bi xwezayê re yek in û girêdana wan bi hev re xurt e. Dayika bi navê Xedîce Mihemed bi xwe ji Efrînê ye, temenê wê  60 salî ye. Piştî koçberiyê derbasî Helebê bû. Mala xwe bi çîçekan kiriye gulîstanek biçûk. Ji ber Xedîce di zarokatiya xwe de bi ax û xwezayê re bûbû yek, niha jî li baxçeyê xwe bi xwezayê re bûye yek. Xedîca  ji mere hest û berhemên xwe bi gotinên xweş parve kir. 
 
'Min bi gul û daran gulîstanek ava kir'
 
Xedîceyê di destpêka axaftina xwe de behsa çandiniyê kir û wiha got: "Karê çandiniyê min ji dayik û pîrka xwe girtiye. Dema ez li Efrînê bûm mala min di nava xwezayê de bû. Piştî dagirkeriya Efrînê em koçê Helebê bûn. Li Helebê jî min hewl da gulîstaneke di mala xwe de ava bikim. Ji ber ku jiyana me her dem di nav xwezayê de bû. Niha jî min keda destê xwe, xwêdana eniya xwe bi gul û daran gulîstanek ava kir. Her ku ev gulîstan tê ber çavê min, Efrîna min tê bîra min." 
 
'Jin bi xwe jiyanê diafrîne'
 
Xedîce di dewama axaftina xwe de tiştên ku di gulîstana xwe de çandiye wiha bi lêv kir:"Min di vê gulîstanê de gelek ked da. Dema ez biçûyama cihekî ger şînkahî hebûya, min şitilek digirt û di gulîstana xwe de diçand, ango min şitil dikiriya. Xweza jî wek zarokekî ye, pêwist e tu her dem baldar nêzî bibe. Ez her dem semat û av dikim. Çandinî di havînê de nayê kirin, ji ber ku hişk dibin. Niha di nava gulîstana min de hemû cureyên gulan heye. Her wiha şînkahiya xwarinê jî ez diçînim. Niha em gelek sud ji gulîstanê digirin. Jin bi xwe jiyanê diafrîne û ji nû ve jiyan dide. Tevî hemû derfetên kêm em jinên Efrînê yên ku êş û azar kişandine em li ku derê bin bila bibin em derdora xwe şîn dikin."
 
'Bi destê dayikan Efrîna xwe şîn bikin'
 
Xedîceyê herî dawî hêviya xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêviya min a sereke vegera Efrînê ye. Di Efrînê de xwezayek kevnar hebû, ji aliyê dewleta tirk ve hat şewitandin û talankirin. Hêviya me ew e ku em car din vegerin Efrînê û bi destê dayikan Efrîna xwe şîn bikin. Mirov çiqas bi çandiniyê re dem derbas bike aciz nabe. Ez bang li tevahî jinan dikim xwedî li xwezayê derkevin, ji ber xwedîderketina xwezayê, xwedîderketina jiyanê ye."