Li serhedê jinan lez dan amadekariyên zivistanê

  • 09:07 25 Îlon 2019
  • Jiyan
 
Zeynep Durgut 
 
WAN - Li serhedê ku zivîstan dijwar û dirêj derbas dibe bi destpêka havînê re jin dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Jinên ku ji bo amadekariya zivistanê kedeke mezin didin hemû karên xwe yên wekî tirşî, şûştina hiriye, çêkirina sergînan û komkirina kayê bi awayekî hevpar dikin.  
 
Li herêma Serhedê zivistan gelek dijawar û dijêj derbas dibe. Ji ber vê dijwarî û dirêjkirina zivistanê dema ku nû hevîn dest pêk dike jinên Serhedê dest bi amadekariyên zivistanê dikin.  Li gundê Atêsê yê Elbaxa Wanê jinên ku ji destpêka havînê ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine bi hatina demsala payizê re lez dan xebatên xwe. Jina bi navê Semra Yildirim der barê xebatên zivistanê de  axivî û got ku ew bi jinên gund re her sal bi awayekî hevpar amadekariyên zivistanê dikin. 
 
'Karê ku em dikin kedeke mezin dixwaze'
 
Semrayê diyar kir ku ew ji destpêka havînê de dest bi xebatan dikin û di mehên payizêde van xebatên xwe leztir dikin. Semrayê di dirêjiya axafitina xwe de wiha got: "Em amadekarî kedeke mezin dixwazin. Em hîna di demsala biharê de berê xwe didin çiya û zozanan û giya û picarê herî bi tam ku ji bo laş dermanin kom dikin. Em van cureyên pincar û giya ji bo ku di demsala zivistanê de bikin xwarin û di nav xarinên xwe yên din de bi kar bînin, piştî ku top dikin dişon û zuha dikin. Em di demsala payizê de jî dest bi çêkirina  karên wekî tirşî, şûştina hiriyê, çêkirina  sergînan û komkirina kayê dikin. Ev kar hemû ji aliyê me jinan ve tên kirin û em gelek diwestin. Ez niha turşiyê çêdikim. Zebzeyê ku ez ji bo vê turşiyê bi kar tînim hemû xwezayî ye."
 
'Em bi awayê hevpar dixebitin'
 
Semrayê da zanîn ku ew di amadekariyên zivistanê de pir zehmetiyê dikşînin û got ku ew amadekariyên ku dikin ji bo wan têra hemû demsala zivistanê dike û wiha pê de çû;” Li herêma me zivistan pir dijwar derbas dibe. Ji ber wê jî em zû dest bi amadekariyan dikin. Niha demsal turşiyê ye. Tirşiya ku em çêdikin em li cih sar diparêzin. Piştre heta ku zivistan xelas dibe em li gel hemû xwarinan tînin ser sifreyê. Em payîzê gelek diwestin. Lê çile jî em vala rûnanên. Em pezê xwedî dikîn heta demsala biharê. Li gund mêr jî ji bo pez di demsala payiz û biharê de giya kom dikin. Lê em jin karê me cuda û zêdetire. Ji bo ku em karê xwe hêsan bikin em jin bi awayê hevpar dixebitin û alîkariya hev dikin.”