Doza Leyla Guven şandin Enqereyê

  • 11:57 8 Çile 2019
  • Hiqûq
WAN - Li Wanê, doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê Hevserokê KCD Leyla Guven de ku ev 62 roj e di greva birçîbûnê de ye li 6’emîn Dadgehê Cezayê Giran a Wanê hat vekirin, ji ber biryara beerktiyê ji bo Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat şandin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji ber axaftineke xwe ya di çalakiyeke 19’ê Îlona 2016’an a li Wanê kir de, doz hatibû vekirin. Doza li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatibû vekirin ji ber biryara bêerktiyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê re hat şandin.