Doza Sara Kaya hat taloqkirin

  • 13:35 7 Çile 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - 10’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya îro hat dîtin. Sara Kayaya ku bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ tê darizandin dîsa nehat berdan û dadgehê biryar da ku Sara Kaya bînin tevlî dozê bikin û  doz taloqî 27’ê Adarê hat kirin.
 
10'emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê de li Nisêbînê di encama serdegirtina malan de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Sara bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ bi cezayê muebeta giran tê darizandin. Sara Kaya li Girtîgeha Tîpa T’ya Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî dozê 
 
bû. Rêvebirên HDP û DBP’ê, parêzer û malbata Sara tevlî dozê bûn. Doz bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin.
 
Di dozê de belgeyên amade yên derbarê Sarayê de hatin xwendin  û ji Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê belgeyên ku  hatibûn xwestin nehatin anîn.
 
Piştre ji meqama îdayê  hat pirsîn ku di mutalayê Sarayê de  tu cudahî hene yan na. Meqamê îdayê jî di rûniştina dozê ya pêşîn de mutalaya ku dabû dubare kir û derbarê Sara de bi îdîaya “yekîtiya dewletê xera kiriye”, “propagandaya rêxistinê kiriye” û “gel li hev sero kirine” cezayê heta hetayê ku hatibû xwestin dîsa xwest.
 
‘Ev komplo ye’
 
Sara, di parastina xwe de anî ziman ku ev du salin girtiye û nizane ku ji ber çi ev doz derbarê wê de hatiye vekirin û wiha got: “Doza ku derbarê min de hatiye vekirin komplo ye. Dema derbarê min de lêkolîn bê kirin hûn ê bibînin ku min tiştekî qedexe nekiriye. Ji ber ku her ez bi SEGBÎS’ê tevli dozê bûm min xwe baş nikaribû bianîna ziman. Lewra jî ez dixwazim bêm li salona dadgehê paratina xwe bikim. Ez dayikeke ku hatime bexdûrkirin im. Ez  beraeta xwe dixwazim.”
 
Piştre parêzerê Sara, Kamuran Tanhan  parastin kir. Kamuran xwest ku muwekîla wî bê berdan û gotinên xwe yên  di doza pêşî de dûbare kirin û beraeta muwekîla xwe xwest. Kamuran, di berdewamiyê de diyar kir ku Amîrê şaxa TEM'ê ya Nisêbînê yê wê demê Unal Uyar de bi bîr xist ku wê demê ji sûcê "Di belgeyê de sextekarî, bi rêya îşkenceyê sûcdarkirin, sûcê bertîlgirtinê" hatiye girtin. Herwiha Kamuran bi bîr xist ku ji ber dosya veşarî tê şopandin wan xwe nîgîhandiye naveroka dosyayê û got ku dosyaya lêpirsînê ya derbarê Sara Kaya de jî ji aliyê Unal Unsal ve hatiye amadekirin. Kamûran herî dawî daxwaza tehliyekirina muwekîla xwe kir. 
 
Piştî parastinê, heyeta dadgehê mînakên hemû dosyayên derbarê Sarayê de hatine vekirin xwest, bi gumana ku dibe Sarayê bireve berdewamiya girtina wê xwest û biryar da ku Sara di doza dinê de bînin tevlî dozê bikin û doz taloqî 27’ê Adarê hat kirin.