Ji Sîbel Yîgîtalp re het 26 salan ceza hat xwestin

  • 14:09 3 Çile 2019
  • Hiqûq
AMED - Ji Parlamentera HDP'ê ya berê Sîbel Yîgîtalp re bi hinceta ku tevli 16 çalakiyan bûye û axiviye ji 10 salan heta 26 salan cezayê girtîgehê hat xwestin
 
Derbarê Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Sîbel Yîgîtalp de bi hinceta ku tevli 16 çalakiyên "veguherîne propagandaya rêxistinê" bûye bi daxwaza ji 10 salan heta 26 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji bo ku bi dozên din ên derbarê wê de hatine vekirin bê girêdan ji 4 sûcên cuda cuda îdiamame hat amadekirin. Îdanameya hat amadekirin li 5'êmîn Dadgeha Cezayê Giran hat qebûlkirin. Di îdianameyê de cih ji armanca damezrandina PKK/KCK'ê re jî hat dayîn û hat diyarkirin ku Sîbelê dema parlamenter bû û piştî parlamenteriya wê qadiya jî tevli merasîma cenazeyê şervanên PKK'ê û YPS/ YPS Jinê bûye û dema ku tevli mîtîng, daxuyanî û civînan jî bûye bi axaftina ku kiriye sûc bûye xwedî sûc.