Ji bo ajovanê TOMA'yê ku li Mehmet Tektekîn da 6 sal ceza hat xwestin

  • 11:46 3 Çile 2019
  • Hiqûq
AMED - ji bo ajovanê TOMA'yê ku li Baglarê li Mehemet Tektekîn da 6 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
 
Li navçeya Baglarê ya Amedê di 6'ê hezîrana 2018'an de TOMA li Mehmet Tektekîn hatibû qelibandin û bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê. Mehemt Tektekîn piştî du rojan li nexweşxaneyê hat dermankrin jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Amedê derbarê mirina Mehemet Tektekîn ê 85' salî de îdaname amade kir û şand dadgehê. Di îdianameyê de ji polîs U.K. yê ku TOMA bi kar anî re ji sûcê "Buye sedema mirinê"  ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
 
Di îdanameyê de hat îdakirin, 'di dema pêkhatina qezayê de tu rêbazên trafîkê nehatine binpêkirin' ajovan bi metreyekê dûrî lambeyên trafîkê sekiniye, dema ku lambeya kesk vêketiye ketiye tevgerê û hat gotin ku di vê naberê de bêyî ku mirovê derbasî aliyê din ê kolanê dibû bê ferqkirin ketiye.
 
Her wiha hat xwestin ku ehliyeta ajovan jî bê desteserkirin.