Dadgeriya Cezayê Sûlhê binpêkirinên mafan erê kir!

  • 10:56 3 Çile 2019
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENQAER - Parêzer Ayşegul Çagatay derbarê rewşa girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ku li dijî binpêkirinên mafan qawîş dabûn ber agair agahî da. Ayşegul diyarkir ku tendirustiya girtiyên jin ên çalakî li darxistine baş e lê binpêkirinên mafan ên li gitrtîgehê berdewam dikin, ji bo girtî û parêzeran qedexeya hevdîtinê hatiye kirin û ev qedexe ji aliyê Dadgeriya Sulh Cezayê ve jî hatiye erêkirin.   
 
Jinên girtî ên ji doza DHKP -C'ê tên darizandin, ji bo ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan şermezar bikin, di 24'ê Kanûnê de qawîşa lê diman dan ber agair. Di encama şewata derket de jina bi avê Elîf Akurt ji ber dûxana ku pêk hat jahrî bibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Jinên çalakger piştî ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve di hucreyan de hatin girtin li van hucreyan jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) û Endama Komîsyona Çerseriya Pirsgirêkên li Girtgîehan a Baroya Enqereyê  Ayşegul Çagatay, rewşa girtiyên li Girtîgeha Sîncanê ya JInan û binpêkirinên mafan ên ligrtîgehan vegot.
 
'Pêkanînên OHAL'ê berdewam dikin'
 
Ayşegul diyar kir ku  Rewşa Awarte (OHAL) li girtîgehan berdewam dike û wiha got: "Herî dawî girtiyên ku mafê wan ê axaftinê hatibû binpêkirin di 19'ê Kanûnê de dest bi çalakiyê kiribûn û derbarê wan de biryara sirgûnkirinê hatibû dayîn. Di encama van êrîşan de 2 jin hatibûn sirgûnkirin û 5 jin jî kiribûn hucreyan. Herî dawî van jinên di hucreyan de bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Tişta herî girîn di dema hevdîtinê de binpêkirina mafê hevdîtinê li dijî  girtî û parêzeran bû."  
 
'Astengiya hevdîtin bi parêzeran re'
 
Ayşegul anî ziman ku ji van qedexeyên li dijî girtiyan hatin kirin parêzeran jî para xwe girt û ev  tişt got: "Dema ku binpêkirinên mafan tên kirin ji parêzeran tên veşartin. Ji ber vê jî hevdîtina parêzeran a bi gitiyan re asteng kirin. Lê rêveberiya girtîgehê derbarê ve de tu biryar pêşkêşî me nekir. Cra yekê di 19'ê Kanûnê de hevdîtina me ya bi girtiyan re hat astengkirin.  Tu parêzerên li doza girtiyên siyasî dinêrtin wê rojê negirtin girtîgehê. Hefteya çûyî jî nehiştin ku em biçin hevdîtinê."
 
'Astengî li aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ve jî hat erêkirin'
 
Ayşegul got ku astengî ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sûlhê ve jî hatiye erêkirin û wiha berdewam kir: "Ev pêkanîn li dijî girtiyên ku çalakî pêk anîne.  Ji Dadgeha Cezayê Sulhê derbarê astengiya parêzeran de biryar derxistin. Li gorî qanûnê ev ceza tenê dikare li girtiyan bê birîn ne li parêzeran. Bi qasî ku ez têgihîştim Dadgeha Cezayê Sulhê vê biryarê otomatîk dide.  Lê serlêdanên me berdewam dikin."
 
 
Ayşegul herî dawî banga hestiyariyê kir û wiha got: "Ger ku malbat li zarokên xwe xwedî derneyên wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bêhtir bên hedefgitin. Ev bi awayê aşkera li girtîgeha zarokan dît.  Dema ku malbat û baro li girtiyan xwedî dertên rêveberiya girtîgehê dikeve tevgerê. Divê her kesê li derve li dijî pêkanînên li girtîghan bibin dengê girtiyan."