‘Zarok bi dehan carî tên mexdûrkirin’

  • 09:03 3 Çile 2019
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Zaroka 11 salî ya salekê ji aliyê xizmê xwe ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat, piştî bûyer ji malbata xwe re vegot jî malbatê pê bawer nekir û bir pedagog. Li ser vegotinên zarokê ya ji pedagog re lêpirsîn hat vekirin lê vê carê dadgehê ji bo gumanbaran daxistin pêk anî û tenê 5 sal û 6 meh ceza birîn.
 
Zaroka 11 salî ya li Stenbolê dijî di navbera 2016-2017’an de ji aliyê kesê bi navê M. yê 17 salî ku xizmê wan bû ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat. Zarokê di cotmeha 2017’an de bûyer ji malbata xwe re got û malbatê ew birin pedagogê Nexweşxaneya Nexweşî û Tenduristiya Ruh a Fakulteya Tipa Cerehpaşa a Zanîngeha Stenbolê. Zarokê tiştên jiyabû vegot û got di 2016’an de yekem car rastî îstîsmara zayendî ya M. ku xizmê dayika wê bûye hatiye û ev rewş di dîrokên cuda de dubare kiriye.
 
Beşa Zanistê ya Nexweşxaneya Nexweşî û Tenduristiya Ruh a Fakulteya Tipa Cerehpaşa a Zanîngeha Stenbolê raporek amade kir û derket holê ku zarok rastî îstîsmarê hatiye û hatiye tehdîdkirin.
 
Bav ji zaroka xwe bawer nekir!
 
Di hevdîtina ku heyetê bi dayikê re kir de dayikê got ew bi keça xwe bawer bûye. Lê di hevdîtina bi bav re hat kirin de, bav îdia kir ku ew ji keça xwe bawer nake, M. zarokekî pasîf e nikare wê çalakiyê bike. Heyet û pedagog di nirxandina xwe ya hevpar de bûyer ji Serdozgeriya Komarê re ragihandin. Serdozgeriyê di çileyê 2018’an de îfadeya zarokê girt. Gumanbar M. sûc înkar kir. Zarokê di îfadeya xwe de diyar kir ku ji ber malbatê ewil pê bawer nekiriye, bûyer bi giştî venegotiye û got dest li Kuranê xistiye û piştî vê ew birine pedagog.
 
Bi daxwaza dadgehê Lijneya 6’emîn Îhtîsas a Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê rapor amade kir. Di raporê de hat tespîtkirin ku zarok rastiyan vedibêje. Di rûniştina 5’emîn a dozê de ji sûcê ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ 8 sal ceza hat birîn. Lê ji ber gumanbar 18 salê xwe tije nekiriye ceza daxistin 6 sal û 8 mehan, rewşa baş jî li ber çavan girtin û ceza daxistin 5 sal 6 meh û 20 rojan. 
 
Parêzera zarokê Dîdar Erdem jî diyar kir ku dadgehê di asta herî jêr de ceza daye û hemû daxistin pêk aniye. Dîdarê daxuyakirin ku zarokê piştî travmayê, xwe gelek ne baş hês kiriye. Dîdarê wiha got: “Ev dosya ji bilî têkoşîna hiqûqî wêdetir, rol û bandora diyaloga dayikê bi zaroka xwe re ava kiriye nîşan dide . Hestiyariya ku saziyan nîşan da ye jî li ser biryarê bi bandor bû.”