Di doza Ayşe Burumtekîn de biryara ‘lêgerîna daîmî’ hat dayîn

  • 09:04 28 Kanûn 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Ayşe Burumtekîn di qedexeya derketina derve ya Sîlopiyayê de bi guleya li sînga wê ket jiyana xwe ji dest da û tevî cenazeya wê hat teşîskirin jî gora wê li goristana bêkesan hat definkirin. Di lêpirsîna hat vekirin de jî ‘biryara lêgerîna daîmî’ hat dayîn.
 
Di qedexeya derketina derve ya li Sîlopiyayê de jina bi navê Ayşe Burumtekîn a 40 salî ku ji mala xwe ya taxa Cudî derdiket, gule li sînga wê ket û birîndar bû. Bi hinceta ‘pevçûn hene ambulans nayê’ cenazeyê Ayşeyê 6 rojan li malê hat sekinandin û piştî 6 rojan birin nexweşxaneya dewletê ya Sîlopiyayê. Piştî rakirin nexweşxaneyê serdozgeriya Sîlopiyayê doz vekir û fezleke amade kir. Li şûna ku bûyer bê lêkolînkirin hat gotin ku Ayşe ‘endama BTO’ ye û bi sûcdariya ‘ji qestî hewldana kuştina kes, çek veşartin, rê li ber zirarê vekirin’ hat sûcdakirin.
 
Ji bo Ayşe ya dayika 9 zarokan ku der barê îdiayan de tu delîlek şênber tune bû di 14’ê Tîrmeha 2017’an de biryara ‘hewce bi lêkolînek din tune ye’ hat dayîn. 
 
Rojek piştî vê biryarê di 15’ê Tîrmehê de biryara ‘lêgerîna daîmî’ dan. Bi vê biryarê dosya wê 25 sal şûnde bê girtin.