Dozên bersûc û parastin diyar in: Min ne kuşt întîhar kiriye

  • 13:43 27 Kanûn 2018
  • Hiqûq
RIHA -Di daneşîna doza Huseyîn Tîler ku ji ber jina bi navê Eeylem Tîler kuşt jê girtî tê dariznadin de Huseyîn Tîler îda kir ku pirsigirêkên derûnî yên eylem ê hebûn û wî ne kuştiye Eylemê întîhar kiriye. 
 
Li navçeya Wêranşar a Rihayê di 12'ê Cotmeha 2017'an de jina bi navê Eylem Tîlêr li mala xwe kuştî hatibû dîtin û hatibû îdakirin ku Eylemê nehatiye kuştin întîhar kiriye. Li ser giliyê malbatê mêrê ku Eylemê pê re zewicandî bû Husyeîn Tîler, hatibû binçavkirin û hatibû girtin.
 
Huseyîn ê ku li destê wî şopa barûdê hat tesbîtkirin û bi gûmana kuştin kiriye hat girtin, daneşîna 5'emîn a doza jê tê darizandin li 4'emîn dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Daneşîn ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê û endamên Komeleya Mala Jiyanê ve hat şopandin, di daneşînê de Huseyîn Tîler û dayika wî ya ku ji derve de tê darizandin jî tevli daneşînê bûn. Daneşîn bi tespîta nasnameyan hat destpêkirin.
 
Hinceta kuştinê: Pirsgirêkên wê yên derûnî hebûn
 
Huseyîn Tîler ê ku li daneşînê parastin kir, îda kir ku wî Eylemê nekuştiye întîhar kiriye û wiha berdewam kir: "Jixwe pirsgirêkên wê yên derûnî hebûn û ji bo bê dermankirin min ew li 3 nexweşxaneyan gerand."
 
Piştî parastina Huseyîn Tîler parêzerên Eylemê parastin kirin. Parêzer Nahîde Polat, diyar kir ku bûyer ne întîhar e û Eylemê bi qestî hatiye kuştin. Nahîde di berdewamiyê de anî ziman ku di rapora tipa edlî de jî aşkera dibe ku Eylemê destê xwe yê rastê bi kar aniyê; lê li gorî gotina Huseyîn Tîler çek li aliyê çepê hatiye dîtin, ji şopa barûdê ya li destê Huseyîn Tîler jî aşkera dibe ku bûyer ne întîhar kuştine û divê ku rewşa gitî ya Huseyîn Tîler berdewam bike.
 
Heyeta dadgehê jî xwest ku qeyda Eylemê ya li serwîsên psîkyatriyê bê lêkolînkirin, biryar da ku rewşa girtî ya Huseyîn Tîler berdewam bike û doz taloqî 18'ê Adara 2019'an kir.