Rûniştina Leyla Guven sibehê ye

  • 09:51 25 Kanûn 2018
  • Hiqûq
AMED - Wê sibehê rûniştina doza Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li girtîgehê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê. 
  
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber dijî operasyona TSK'ê ya li hemberî Efrînê bertek nîşan da û ji ber daxuyaniyên xwe û fealiyetên xwe yên KCD'ê di 31'ê Çileyê de hat girtin, ji 25 salan heta 46 sal û nîvan bi cezayê girtîgehê tê darizandin. Wê sibêh rûniştina 4'an a doza Leylayê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê. 
 
Leylayê di 7'ê Mijdarê di rûniştina xwe ya 3'yan de ragihandibû ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Dadgehê jî piştî daxuyandina biryara xwe ya navberê danişîn taloqî 26'ê Kanûnê kiribû.