Rûniştina Kemal Kurt ê ku li Amedê hat qetilkirin hat tarloqkirin

  • 12:11 20 Kanûn 2018
  • Hiqûq
AMED - Di rûniştina doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de bi guleya polîs hat kuştin,  daxwaza girtina ji bo bersûcê bûyerê polîs Y.Ş. hat redkirin. 
 
Di Newroza 21’ê Adara 2017’an a Amedê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ji aliyê  polîs Y.Ş. ve hat kuştin. Doza têkildarî kuştina Kemal hat vekirin rûniştina 4’emîn li 7’emîn  Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Bersûc Y.Ş. ê ji sûcê “Kuştina mirov a bi  muhtemela qestîka” ku cezayê muebetê yê hepsê jê re tê xwestin û parêzer beşdarî rûniştinê  bûn. 
 
Parêzerên malbata Kemal di rûniştinê de li ser ropara ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) a ve  hat amadekirin beyanên xwe diyar kirin. Di rûniştinê de daxwaza girtina polîsê bersûc Y.Ş. hat  redkirin. Danişîn taloq bû.