Dozgerê îfadeya ewil esas girt dosya negirt!

  • 09:18 15 Mijdar 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li Cizîrê jina bi navê N. Î di navbera salên 2011-2016’an de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a apê xwe. N. Î. hat, îfadeya xwe ya li dozgeriyê şûnde kişand. Dozgeriya Komarê ya Cizîrê diyar kir ku dibe malbatê ji ber zextan giliyê xwe şûnde kişandibin û îfadeya ewil esas girt û li, D. Î ji sûcê ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ doz vekir.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê derket holê ku mêrê bi navê D.Î (38), biraziya xwe N.Î ya 19 salî di navbera salên 2011-2016’an de îstîsmar kiriye. N. di 2016’an de bi mamosteyê rehberê re diaxive û bûyer dertê holê. N. di îfadeya xwe de diyar kir ku ji 11-12 saliya xwe heta niha rastî îstîsmara zayendî ya apê xwe hatiye û ev 5 salan berdewam kiriye.
 
Di telefonê de wêneyên zarokan hat dîtin
 
Piştî gilîkirinê N. rojek şûnde li Serdozgeriya Komarê ji nû ve îfade da û diyar kir ku ew gilîkirina xwe şûnde dikşîne. D.Î jî xwe parast û îstîsmar înkar kir. Lê di lêpirsînê de di tefona gumanbar de gelek wêneyên zarokên keç hat dîtin.
 
Lê dozgeriyê biryarek mînak da û îfadeya ewil a N. ya li emniyetê esas girt û ji sûcê ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ doz vekir. Doza cemawerî ya hatibû vekirin di meha Nîsanê de li 2’emîn dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê hat dîtin. N. di rûniştinê de tiştên hatibû serê wê vegot û got apê xwe ji nû ve gilî kir.