Dozgerê îfadeya ewil esas girt dosya negirt! 2018-11-15 09:18:49   ŞIRNEX - Li Cizîrê jina bi navê N. Î di navbera salên 2011-2016’an de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a apê xwe. N. Î. hat, îfadeya xwe ya li dozgeriyê şûnde kişand. Dozgeriya Komarê ya Cizîrê diyar kir ku dibe malbatê ji ber zextan giliyê xwe şûnde kişandibin û îfadeya ewil esas girt û li, D. Î ji sûcê ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ doz vekir.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê derket holê ku mêrê bi navê D.Î (38), biraziya xwe N.Î ya 19 salî di navbera salên 2011-2016’an de îstîsmar kiriye. N. di 2016’an de bi mamosteyê rehberê re diaxive û bûyer dertê holê. N. di îfadeya xwe de diyar kir ku ji 11-12 saliya xwe heta niha rastî îstîsmara zayendî ya apê xwe hatiye û ev 5 salan berdewam kiriye.   Di telefonê de wêneyên zarokan hat dîtin   Piştî gilîkirinê N. rojek şûnde li Serdozgeriya Komarê ji nû ve îfade da û diyar kir ku ew gilîkirina xwe şûnde dikşîne. D.Î jî xwe parast û îstîsmar înkar kir. Lê di lêpirsînê de di tefona gumanbar de gelek wêneyên zarokên keç hat dîtin.   Lê dozgeriyê biryarek mînak da û îfadeya ewil a N. ya li emniyetê esas girt û ji sûcê ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ doz vekir. Doza cemawerî ya hatibû vekirin di meha Nîsanê de li 2’emîn dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê hat dîtin. N. di rûniştinê de tiştên hatibû serê wê vegot û got apê xwe ji nû ve gilî kir.