Di Îdianameya Kîbriye de parvekirina ‘Jinha nayê bêdengkirin’ sûc hat dîtin

  • 09:20 14 Mijdar 2018
  • Hiqûq
AMED-Îdianameya der barê rojnameger Kîbriye Evren ku girtiye, temam bû. Faliyet û parvekirinên li ser medya civakî yên Kîbiriyeyê sûc hatin hesibandin û Kîbriye di 6’ê Kanûnê de derdikeve pêşberî dadger.
 
Di 9’ê Cotmehê de navenda wê Amed operasyon pêk hat û rojanemger Kîbriye Evren jî hat binçavkirin û girtin. Lêpirsîna der barê wê de ji aliyê serdozgeriya Komarê ve hat meşandin jî temam bû. îdianameya bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê kirin’ ya ku ji aliyê dozger Şahsuvar Yildiz ve hat kirin ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yekem wê di 6’ê Mijdarê de bê dîtin.
 
Îdianame ji 25 rupelî pêk tê û îfadeyên şahidên veşarî, parvekirinên çapemeniya civakî û qeydên çûyîn û hatina derveyê welat delîlê sûc hat nîşandan.Faliyetên wê yên rojnamegeriyê jî sûc hatin hesibandin. 
 
Xebatên TJA’yê hatin îlegalîzekirin
 
Di îdianameyê de bername û çalakiyên TJA’yê jî wek ‘ji bo rêxistinê çalakî û bername’ hatin nîşandan. Ligel vê di îdinamayê de hat gotin ku KCD jî sazbûnek îlegal e û têkiliya wê bi ‘rêxistinê’ re heye. dîsa hat gotin ku KCD bi parlamenter, hevşaredar, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, komele û sendîkayan re tê cem hev û civînakê dike. Endamtiya KCD’ê jî sûc hat dîtin.
 
Parvekirina ‘Jinha nikare bê bêdengkirin’ sûc e
 
Di îdianameyê de hinek parvekirinên çapemeniya civakî ku wek delîla sûc hat nîşandan:
 
*Ji ber parvekirina Hasan Cemal a di 21’ê Adarê de wek ‘bombe teqyan, kesên ciwan mirin’ parvekiriye,
 
*Ji ber li ser hesabê xwe di 19’ê Sibatê de parvekirina ‘Ji bo Nisêbînê banga lezgîn. Bila dorpêç rabe’ parve kiriye,
 
*Ji ber parvekirina wê ya 29.08.2016’an de ku endama rêxistina terorê YPJ’ê têdeye, hatiye retweetkirin,
 
*Parvekirina wê ya li ser hesabê ya di 26.06.2016’an de wek ‘Licê dişewite’,
 
*Parvekirinên wê yên ‘Jinha nikare bê bêdengkirin’, û her wiha wêneyên Kîbriyeyê bi hevalên xwe re li seyrangehê kişandine jî delîlên sûc hatin hesibandin. 
 
Ligel vê faliyetên rojnamegeriyê yên Kîbriyeyê jî delîlê sûc hatin hesibandin û derketina wê ya derve jî wek delîla sûc hat dîtin.