Di Îdianameya Kîbriye de parvekirina ‘Jinha nayê bêdengkirin’ sûc hat dîtin 2018-11-14 09:20:02   AMED-Îdianameya der barê rojnameger Kîbriye Evren ku girtiye, temam bû. Faliyet û parvekirinên li ser medya civakî yên Kîbiriyeyê sûc hatin hesibandin û Kîbriye di 6’ê Kanûnê de derdikeve pêşberî dadger.   Di 9’ê Cotmehê de navenda wê Amed operasyon pêk hat û rojanemger Kîbriye Evren jî hat binçavkirin û girtin. Lêpirsîna der barê wê de ji aliyê serdozgeriya Komarê ve hat meşandin jî temam bû. îdianameya bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê kirin’ ya ku ji aliyê dozger Şahsuvar Yildiz ve hat kirin ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yekem wê di 6’ê Mijdarê de bê dîtin.   Îdianame ji 25 rupelî pêk tê û îfadeyên şahidên veşarî, parvekirinên çapemeniya civakî û qeydên çûyîn û hatina derveyê welat delîlê sûc hat nîşandan.Faliyetên wê yên rojnamegeriyê jî sûc hatin hesibandin.    Xebatên TJA’yê hatin îlegalîzekirin   Di îdianameyê de bername û çalakiyên TJA’yê jî wek ‘ji bo rêxistinê çalakî û bername’ hatin nîşandan. Ligel vê di îdinamayê de hat gotin ku KCD jî sazbûnek îlegal e û têkiliya wê bi ‘rêxistinê’ re heye. dîsa hat gotin ku KCD bi parlamenter, hevşaredar, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, komele û sendîkayan re tê cem hev û civînakê dike. Endamtiya KCD’ê jî sûc hat dîtin.   Parvekirina ‘Jinha nikare bê bêdengkirin’ sûc e   Di îdianameyê de hinek parvekirinên çapemeniya civakî ku wek delîla sûc hat nîşandan:   *Ji ber parvekirina Hasan Cemal a di 21’ê Adarê de wek ‘bombe teqyan, kesên ciwan mirin’ parvekiriye,   *Ji ber li ser hesabê xwe di 19’ê Sibatê de parvekirina ‘Ji bo Nisêbînê banga lezgîn. Bila dorpêç rabe’ parve kiriye,   *Ji ber parvekirina wê ya 29.08.2016’an de ku endama rêxistina terorê YPJ’ê têdeye, hatiye retweetkirin,   *Parvekirina wê ya li ser hesabê ya di 26.06.2016’an de wek ‘Licê dişewite’,   *Parvekirinên wê yên ‘Jinha nikare bê bêdengkirin’, û her wiha wêneyên Kîbriyeyê bi hevalên xwe re li seyrangehê kişandine jî delîlên sûc hatin hesibandin.    Ligel vê faliyetên rojnamegeriyê yên Kîbriyeyê jî delîlê sûc hatin hesibandin û derketina wê ya derve jî wek delîla sûc hat dîtin.