Doza kesên êrîşî cenazeyê Hatûn Tugluk kirin hat taloqkirin

  • 13:12 18 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Daneşîna 7'emîn a doza kesên ku êrîşî cenazeyê Hatûn tugluk kriin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Golbaşiyê hat dîtin. Doz taloqî 27'ê mijdarê hat kirin. 
 
Daneşîna 7'emîn a kesên ku di 14'ê Îlona 2017'an de êrîşî merasîma cenazeyê Hatun Tugluk kirin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Eslî hat dîtin. Li salona dadgehê êrîşkar û parêzerên xwe û parêzerên dozdaran amade bûn.
 
'Ez wekî bombeya pîmê wê hatiye kişndî me'
 
Li salona dadgehê axaftina kesê bersûc ku got, "Ez xwe wekî bombe hîs dikim. Wê her  tişt gelek xweş be. Ez xwe amade hîs dikim." gelek bal kêş bû. Piştî tespîtkirina nasnameyan serokê dadgehê belge û agahiyên amade ku hatibûn pêşkêşkirin xwendin. Agahî û dîmenên di vîdeoyê de ku ji TRT'ê hatibûn xwestin hatibûn radestkirin lê hat diyarkirin ku kemperiya wan nehatiye kirin.
 
'Dema ku cenaze hat gengêşî çêbû'
 
Piştre şahidê ku dema cenaze hat definkirin li wê bû Arîf Yildiz hat guhdarîkirin. Arîf, wiha got: "Ji ber ku keça wê parlameneter bû min Hatûn Tugluk nas dikir û ez li cihê bûyerê bûm. Piştî ku em ji Cemxaneyê derketin ez berî cenaze hatim goristanê. Cenaze dema dema roj li ber tarîbûnê bû anîn. Min li wê bi peywirdarê goristanê re sohbet kir. Dema ku em hatin kesek tune bû tenê peywirdarê goristanê hebû. Piştî ku cenaze hat qerebalixiyê dest pê kir.  Em bi cenaze mijûl bûn lê wan heqaret dikir. Piştre kesek hat ser gorê û got,"Hûn nikarin li vir defin bikin hûn terorîst in."
 
Serokê dadgehê ji Arîf re got li paş xwe binêre û ka bê tu ji wê komê kesekî nas dikî an nakî bibêje.
 
'Tişta zahmet paşve derxistina ji goristanê bû'
 
Arîf di berdewamiya axaftina xwe de got ku tişta zahmet paşve derxistina ji gorê bû. Arîf di berdewamiyê de wiha got: " Kesekî ku kom bi rêve dibir min nedît û min rûyê kesekî jî nedît. Xediyên cenaze ji bo ku bûyer mezin nebe xwestin ku em cenaze ji gorê derxînin. Me cenaze ji gorê derxist. Ji kîjan baweriyê dibe bila bibe derxistina kesan ji gorê nayê qebûlkirin. Ewlehiya cenaze tune bû. Kom zêde dibû. Me cenze git û kir wesayita cenaze lê koma êrîşkar hîna li wê bû.  Me dît ku ser gorê vala bûye.  Ez bi cenaze re derketim. Li  gel ku me cenaze derxist jî heqaretan berdewam dikir. Me ne xwest ku bûyer mezin bibe lê berdewam kri."
 
Piştre parêzerê dozdaran Kenan Maçoglu ji Arîf pirsa, "Kesek hat ser gorê an na?" kir. Arîf jî anî ziman ku kesek bi israr dihat ser gorê û diçû.
 
Piştre parêzer Atîye Arikan jî pirsa, "Ketin goristanê, an li derve bûn kir? Arîf jî got ku polîs li hundir bûn û kom jî li derve bû.
 
 
Müşteki avukatı Atiye Arıkan ise, “Mezarlıktan içeriye mi girdiler, dışardalar mıydı? Polisler içerde miydi?” diye sordu. Arif de, “Mezarlık içinde polisler vardı. Grup dışardaydı” diye cevapladı. 
 
Şahid Abdurrahman Ayhan jî wiha got: "Aysel Tugluk Alîkara Hevserokên HDP'ê bû. Ji ber ku ez endamê partiyê bûm min ew nas dikir û roja cenaze jî li Cemxaneyê bûm. Li goristanê 6-7 kesî xwe ji dîwarê goristanê avêt hundir û ji me re gotin, 'Ev der goristana malbatan e ne ya ermeniyan e.'  û heqeret li me kirin.
 
Abdurrahman ji bo ku bersûcan teşhîs bike li wan nêrt lê got, "Ez nizanim lê kesekî ku got ez keyayê taxêm e hat. Tarî bû.  Dest bi dirûşma 'Ya allah bîsmîlah şehîd namirin welat parçe nabe kirin' lê ji ber ku tarî bû min rûyê wan nedît."
 
Bersuc bi gotina 'Cîranê me yê kurd, elewî heye' parast
 
Piştre Murat Alp ê bersûc xwe parast, "Şahid di axaftina xwe de got ku hatiye gotin 'em elewiyan naxwazin'  me tiştekî wiha negot, li gundê me kurd hene, elewî hene û em bi wan re dijîn. Ji ber ku gotin 'terorîst tê definkirin em hatin' me tenê bertek nîşanî terorîst da."
 
Mafê bêdengiyê bi kar anî
 
Parêzerên dozdaran ji bersûc pirsa, " Tu ji bilî gotina elewî gotinên din qebûl dikî?  kê ji te re got terorîst tê definkirin" kir. Lê bersûc Murat mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar anî.
 
Parêzer: Em jî şahid in
 
Pitre parêzer Alîşan Şahîn mafê axaftinê git û wiha got: "Ev êrîşke topyekûne. Em jî li wê bûn. Em şahidên bûyerê ne û em dixwazin ku em jî bên guhdarîkirin. Kesekî ku di daneşîna yekem de şahidî dikir hebû di nav komê wî kesî li fermandarê cendirmeyan ku Aysel Tulgluk diparast jî heqaret kir. Dixwazim ku wekî bersûc bê darizandin."
 
Piştre serokê dadgehê ji bo kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin doz taloqî 27'ê mijdarê kir.