Parêzer Sena Gul: Sererastkirinên nefeqê wê xebata derveyê qeydê zêde bike

  • 09:17 18 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ÎZMÎR- Parêzer Sena Gul diyar kir ku wê sererastkirinên nefeqeyê xebata derveyê qeydê zêde bike û wiha got: “Mêr ji bo vî pereyî nedin derveyê qeydê dixebitin. An jî piştî demekê efû dertê û tên rewşa ku vî pereyê nedin. Dema rewş wisa bi pirsgirêk be, sererastkirinên tên kirin jî wê mexduriyetê biafirînin. Ev rewş jî wê xebata derveyê qeydê zêde bike.”
 
Sererastirina nefeqeyê ya ku yek ji mafên herî sereke ya jinan e û di xala 175’ê ya Qanûna Medenî de cih digire, piştî di Plana Çalakiya 100 rojî ya Serokomar Tayyîp Erdogan di 3’ê Tebaxê de eşkera kir şûnde nîqaşan dest pê kir. Di vê planê de bi hinceta ‘pergala nefeqeyê bibe pergalek adîlane’ ji aliyê wezareta xizmetên civakî û xebatê û wezareta malbatê ve ji bernameya ‘Hevdîtinên rojevê: pergala nefeqê’ pêk hat. Di bernameyê de wezîrê dadê Abdulhamît Gul got divê ‘pêvajoya nefeqê ya bêdem’ bê nermkirin.
 
'Derbarê sererastkirinê de xebat nehat kirin'
 
Ji parêzerên Baroya Îzmîrê Mevluda Sena Yazibaglil Gul der barê mijarê de axivî û got dixwazin naveroka qanûnê vala bikin û îfadeya ‘bêdem’ tê manîpulekirin û got: “Der barê vê sererastkirina nû de ku hewcedarî pê heye an na de tu xebat nehat kirin.Ji bilî Yekitiya Jinên Tirk û Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê, kes gazî vê bernameya sererastkirinê nehat kirin.”
 
'Jin bi zarokên xwe tên tehdîtkirin'
 
Senayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser vê sererastkirinê û got mijara destberdanê tenê bi vê ne sînore û jin piştî destberdanê bi zarokên wan tên tehdîdkirin û piştî destberdanê aliyê ku xizan dikeve dîsa jine. Senayê wiha got: “Ev mijarek bi pirsgirêke. Mînak jin di jiyana xebatê de li ku ne? Îro 288 hezar jin li malên xwe ji derve kar digirin û derveyê qeydê dixebitin. Ligel vê rakirina nefeqeyê jî wê rewşa jinan bide zorê. Jixwe ya hatiye diyarkirin jî jimarek sembolîke. Der barê ku jin çiqas nefeqe digirin de tu lêkolîn jî tune. Li ser vê yekê jî mêr ji bo nefeqê nedin derveyê qeydê dixebitin. An jî piştî demekê efû dertê û vî pereyî nadin. Dema rewş wisa be jî mexduriyet zêde dibe.”