Tirkiye bê ceza dihêle, Ewropa ji welatîbûyinê derdixe

  • 09:11 17 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
Dilan Babat
 
ENQERE - Parêzer Sanem Doganoglu got wek Tirkiyeyê endamên DAIŞ’ê li Ewropayê jî bi wayekî zelal nayên darizandin û piranî tên berdan, endamên DAIŞ’ê yên ji welatên din bi fikara ku ceza nagirin dixwazin li Tirkiyeyê bên darizandin. Sanemê bi lêv kir ku dewlet ji van darizandinan direvin û divê ev darizandin di çarçoveya ‘sûcên li dijî mirovahiyê’ bên darizandin.
 
Yek ji parêzera Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Trênê ya Enqereyê Sanem Doganglu derbarê komkujî û pêvajoyên darizandina wan a li Tirkiye û Ewropayê de nirxandin kir.
 
‘Aqûbeta fîrariyan ne diyar e’
 
Sanemê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî komkujiyan gumanbar yek bi yek tên berdan û aqûbeta gelek endamên DAIŞ’ê yên hatine radestkirin jî nayê zanîn û wiha got: “Wek tirkiyeyê li Ewropayê jî endamên DAIŞ’ê bi awayekî zelal nayên darizandin. Ji ser Iraqê çend kes ketin Tirkiyeyê? Çend kes hatin radestkirin? Em nizanin.Gumanbarê herî girîng ê komkujiya 10’ê cotmehê Nusret Yilmaz der barê wî de gelek dosya hene û gumanbarê fîrarî ye. Ev gumanbarê nehat girtin hewl da ji ser Gurcistanê bireve û piştre radestê Tirkiyeyê hat kirin. Piştî hat radestkirin jî aqûbeta wî nayê zanîn.” 
 
‘Ewropa naxwaze bidarizîne’
 
Sanemê bi lêv kir ku li Iraqê darizandinan dest pê kirine û Ewropa jî dixwaze endamên DAIŞ’ê radest bike û wiha pê de çû:" Welatên Ewropayê gumanbarê DAIŞ’ê nagirin. Her wiha nezelaliya di darizandinan de ji bo hevjînên tevlî DAIŞ’ê bûne jî derbasdar e. Dema rewş wisa be gelek ji wan hatine radestkirin û gelek jî hatine berdan. Me di komkujiya 10’ê cotmehê de jî û ya Enqereyê de jî ev dît. Hevjînên DAIŞ’iyan ne tenê hevjîn, mîlîtan û pêvajoya ku komkujiyê pêk tînin jî rêxistin dikin."
 
Sanemê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: "Ji ber şerê li Sûriyeyê derfetê wan yê endamên DAIŞ’ê yên biyanî bidarizînin tune ye. Welatên Ewropayê jî ji vê yekê re çareseriyekê peyda nakin. Dikarin bi hêsanî çareser bikin lê naxwazin endamên DAIŞ’ê bigirin axa xwe. Lê Tirkiye li dijî vê bêdeng dimîne. Tirkiye endamên DAIŞ’ê bê ceza dihêle. Dema rewş wisa be endamên DAIŞ’ê jî dixwazin li Tirkiyeyê bên darizandin."
 
Sanemê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku parêzerên Tirkiyeyê bi parêzerên li Ewropayê ketine darizandinên DAIŞ’ê re di têkiliyê de ne û bi lêv kir ku ew hewl didin ku darizandina DAIŞiyan di hiqûqa navnetewayî de bi çarçoveya ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ de bê destgirtin.