Doza Nisêbînê taloqî sibe hat kirin

  • 14:31 16 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
Mêrdîn - Daneşîna doza Nisêbînê ku 53 kes jê tên darizandin piştî nîvro li bendê bû ku bê berdewam kirin lê serokê dadgehê diyar kir ku parastin nayê kirin û daneşîna taloqî sibe kir.
 
Daneşîna 4'emîn a doza 53 kesên ku li Nisêbînê di dema qedexeya kolanan a 2016'an de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin ji aliyê  4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve li ku salona SGK'ê di roja duemîn de berdewam dike.  Di daneşîn bi tespîtkirina nasnameyan di bin dorpêça polsî û cendirmeyan de hat testpêkirin.
 
Ji girtiyên ku ji dozê tên darizandin 2 kesên ku îro divê parastina xwe bikira tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û biryara DMME'yê ya derbarê wî de şermezar kirin. Girtiyên ku tecrîd û biryara DMME'yê şermezarkrin pişta xwe dan heyeta dadgehê û parastin nekirin. Daneşîna ku li bendê bû piştî nîvro berdewam bike li ser daxwaza serokê dadgehê ku got ji ber parastin nayê kirin taloqî sibe hat kirin.