Dadgeh ji nû ve travmayê dide jiyîn

  • 09:14 16 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Mamosteyê li dibistaneke Karabaglarê Îstîsmara zayendî li zarokan kir, dadgehê biryar da ku zarok ji nû ve bên gûhdarkirin û rûniştin taloq kir. Parêzer Ceren Şen balkişand ser travmaya ku wê carek din bi guhdarkirinê pêk bê û bertek nîşanî biryarê da.
 
Li Karabaglar a Îzmîrê li dibistanekê Mamosteyê Dersa Ahlaq û Çanda Olî Çetîn Orhan ji sûcê îstîsmara zayendî hatibû darizandin û piştre hatibû berdan. Di encama lêpirsîna Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar meşan de mamoste ji kar hat dûrxistin û piştî 5 xwendekaran bûyer ji mamosteyê rehberê re vegot bûyera îstîsmara zayendî derketibû holê. Li ser gilîkirina 6 malbatan Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê mamoste de lêpirsîn da destpêkirin. Mamosteyê girtî hat darizandin di rûniştina yekem de bi hinceta delîl tune ye û gumana reva wî tune ye hat berdan.
 
Parêzer Ceren Şen got mamoste bi tedbîrek parastinê ya hêsan a wek qedexeya derketina derve hatiye berdan û wiha got: “Ji bo me tiştên neyînî tirs û stresa zarokan e. Gumanbar girtî hat darizandin lê niha serbest e. Dadgehê qeydên hevdîtina Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) têr nedît û biryar da zarok ji nû ve bên guhdarkirin. Lê zarok li hember dozger û 3 endaman dikevin stresê. Bêyî pedagog dixwazin bûyer carek din bê vegotin. Malbatan giliyên xwe şûnde nekşandine. Bila malbat ji gilîkirinê netirsin. Dikarin xwe bigihînin me gilî bikin.”
 
Rûniştina dozê di 31’ê Mijdarê de li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran wê bê dîtin.