Di doza Nisêbînê de daneşîna 4'emîn: Bila dîmenên îşkenceyê bikin dosayê

  • 13:57 15 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daeşîna 4'emîn a doza 53 girtiyên ku di serdema qedexeya kolanan de hatin binçavkirin û girtin ku bi cezayê 'muebetê tên darizandin' hat destpêkirin. Di daneşînê de Osman Bozok parastin kir, xest ku dîmenên îşkenceyê bikin dosyayê û wiha got: "Bila derbarê kesên ku îşkence kirin de lêpirsîn bê vekirin."
 
Daneşîna 4'emîn a 52 kesên ku di dema qedexeya kolanan de li nisêbînê piştî ku hatin binçavkirin hatin girtin hat destpêkirin.  Daneşîna ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve li Saziya SGK'ê tê dîtin girtiyên ji dozê tên darizandin ku li girtîgehên cuda cuda tên girtin tevli bûn. Ji bo şopandina daneşînê tenê 10 malbat girtin hundir û parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk jî tevli daneşînê bû. Daneşîna ku dibin dorpêça hêzên lekerî de hat kirin bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin.
 
'Di encma îşkenceyê de çavê min kor bû'
 
Di daneşînê de di serî de girtîg Osman bozok parastin kir.  Osman bi şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi axaftinê kirin û metnê parastina xwe ku ji 24 rûpelan pêk dihat xwnd. Osman di axaftina xwe de wiha got: "Her daîm îşkenceyê li me dikin. Dema ku em anîn vêderê jî îşkence li me kirin. Ez tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikim.  Niha hin hevalên me di hucreyê de tên girtin û di bin tecrîdê de ne.  Ev daneşîna me ya 4'emîn e lê tişata ku em dixwazin nayê kirin.  Em sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nakin. Dema ku em gitin binçavan îşkenceya li me hat kirin hemû kesên li vêderê dizanin. Berî her tiştî dema ku em 6 rojan di bin çavan de hiştin her roj îşkence li me kirin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye .Di bin çavan de hem îşkenceya psîkolojîk û hem jî ya fîzîkî li min hat kirin. 
 
Li bedena min hîna şopên îşkenceyê hene.  Di serdema xweseriyê de gule li çavê min ket. Di dema birîndar bûm de  tiştek bi min nehat. Lê ji ber îşkenceya ku li min hat kirin çavê min kor bû.  Ez dixwazim îşkenceya li min hat kirin bê raporkirin, li tipa edlî bê muayenekirin û rapora ku ez bigirim ez  dixwazim pêşkêşî dadgehê bikim."
 
Serokê dagehê bi hinceta ku parastin gelek dirêj e mudaxele kir. Piştî îtîrazên ku hatin kirin Osman ji cihê mayî parastina xwe berdewam kir.
 
'Ez îdanameya ku piştî du salan hat amadekirin qebûl nakim'
 
Osman diyar kir ku îfadeyên wan ên di bin îşkenceyê de bi wan hatine dayîn red dike û wiha got: "Ez hunermend im. Ez li nisêbînê bi zarok û jinên li kolanan mabûn re alîkar dibûm. Ji bo ku ez şanogeriyê bikim çûbûm nisêbînê û piştî ku çûm jî qedexe hat îlankirin. Li wê çawa bû nizanim ez ji çavê xwe birîndar bûm. Piştî ku birîndar bûm ez çûm jêrzemîna malekê. Ez sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nakim û red dikim. Pişît ku ez hatim binçavkirin di bedêla ku ez bêm dermankirin ez hatim îşkencekirin. Dema ku em di bin çavan de bûn serê me li dîwaran didan.  Kelepçeya li destên me ewqas şidandibûn ku ji ber xwîn ji destê min dihat. Torbe kişandin serê me û heqaret li me hat kirin. Ev 4 daneşîne ku em daxwaza bila dîmenên îşkencyê bikevin dosayê diikin. Lê ev  daxwaza me tê redkirin.  Ez dixwazim derbarê kesên îşkence li me kirin de lêpirsîn bê vekirin."
 
Osman, di dawiya axaftina xwe de got ku modela berxwedana xweser dê Tirkiye û Rojhilata Navîn ji tariyê derbixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dîrokê de Hz. Îbrahîm û Sokrates felsefeya ku danîbûn ortê derketin ser dîkê lê hate xwesstin ku ew kes di bin tecrîdê de bên girtin. Birêz Abdullah Ocalan jî  bi pirojeya Netewa  Demokratîk û modela xweseriyê bi heman şiklî ji nû ve zindî bûye. Felsefeyên Birêz Abdullah  Ocalan jiyanî dibe. Baweriya min bi vî tiştê heye. Lewra jî ez bereat û tehliyeya xwe dixwazim.”
 
Runiştina dozê dê sibê berdewam bike.