Doza Nisêbînê di 15’ê cotmehê de ye: Dîmenên îşkenceyê hîna nexistine dosyayê

  • 09:15 13 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - 4’emîn runiştina doza 53 kesên ku di qedexeya li Nisêbînê de piştî hatin tahliyekirin, hatin girtin di 15’ê cotmehê de tê dîtin. Di 3 rûniştinên doza ku piranî girtiyan hîna parastina xwe nekiriye de hat xwestin ku dîmenên îşkenceya li wan hatiye kirin bikin dosyayê, lê ev yek hat redkirin.
 
Li Nisêbînê dema qedexeya derketina derve berdewam dikir, di 26’ê Gulana 2016’ande 53 kesên hatin tahliyekirin, piştî vê hatin girtin û çaremîn rûniştina doza wan di 15’ê cotmehê de tê dîtin. Girtiyên ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve li salona konferansê ya Midûriyeta SGK’ê tên darizandin, bi 76 carî cezayê ‘muebeta giran’ tên darizandin. Di rûniştina yekem a di meha çile de pêk hat de girtiyan diyar kirin ku ew îdianameya piştî îşkenceya li wan hatiye kirin qebûl nakin û di parastinên xwe de îşkenceya di bin çavan de li wan hatibû kirin vegotin.
 
Serlêdana sûc piştguh kirin
 
Hem girtiyan û hem jî parêzeran ji bo îşkenceya ku dîtibûn serlêdana sûc kirin û ev serlêdan di dosyaya wan de bêyî hincet biryara ‘veşariyê’ danê. Der barê dosyayan de heta niha tu tiştek nehatiye kirin. Rûniştina sêyemîn di meha Tîrmehê de hat dîtin û hemû girtî neanîn salonê û girtiyan ji ber şerdên girtîgehê jî parastin red kirin. Girtiyan got heta ew bi hemû hevalên xwe re neyên wê parastina xwe nedin.
 
Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina wan da û got girtiyên parastin nekirine wê di rûniştina din de parastinê bikin. Heyetê girtiyên ku nexwestin bi SEGBÎS’ê parastinê bikin jî daxwaza wan a bên salonê qebûl kir  lê ji bo daxwaza wergerkirina Kurdî biryara ret da. Her wiha daxwaza parêzeran a bila dîmenên îşkenceyê jî li dosyayê bên zêdekirin red kirin. Hat hînbûn ku beriya doza di 15’ê cotmehê de tê dîtin hinek girtî ji girtîgehên ku diman anîne Mêrdînê.