Dosya zaroka rastî îstîsmarê hat wê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn

  • 09:04 12 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
Habîbe Eren
 
ENQERE - Ji bo zaroka 16 salî ya di encama îstîsmara zayendî de ducanî ma bê zewicandin, ‘doza destûrê’ li Dadgeha Malbatê hat dîtin. Komîsyona Şopandina Mafê Zarokan a Baroya Enqereyê ku dozê dişopîne, ji bo betalkirina xala 124’emîn ya Kanûna Medenî ku destûrê dide zewaca zarokan, daxwaz kir ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bê dayîn.
 
Zaroka 16 salî ya li Saziya Starbûna Zarokan dima û di encama îstîsmarê de ducanî ma, ji bo bê zewicandin doza destûrê li 4’emîn Dadgeha Malbatê ya Enqereyê hat dîtin. Heyeta dadgehê doz taloqî 20’ê cotmehê kir û endama komîsyona Şopandina Mafê Zarokan a Baroya Enqereyê parêzer Hîlal Çelîk diyar kir ku dosyaya der barê gumanbar de jî bi ‘neşopandinê’ encam bû. Em wek Baroya Enqereyê li cem malbata ku gotin ‘Em dikarin li zaroka xwe binêrin. Em desturê nadin zewaca wê. Fêdeya vê ji zaroka me re tune’ mudaxîlê dosyayê bûn. Hîlalê da zanîn ku di qada navneteweyî de temenê zewacê divê 18 be û zewaca di temenê 16 û 17’yî de îstîsmar û mêtîngeriya zarokê ye. Hîlalê bi lêv kir ku ji bo betalkirina vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. 
 
Hîlalê destnîşan kir ku Saziya Starbûna Zarokan ku tevlî dosyayê bûye bi alî tevgeryaye û got ji bo fêdeya zarokê daxwaz kirine ku divê ji aliyê pisporan ve rapor bê girtin û di rûniştinê de jî wê biryar bê dayîn ku tevlî dozê dibin an na. Her wiha Hîlalê daxuyakirin ku biryara ji dadgehê der barê zarokê de bê dayîn jî pir girîng e.