Sara Kaya dîsa nehat tahliyekirin!

  • 10:54 5 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - 8’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku jê tê darizandin îro hat dîtin. Sara dîsa nehat berdan û  doz taloqî 23'ê Mijdarê hat kirin. 
 
8'emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê de li Nisêbînê di encama serdegirtina malan de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Sara bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ bi cezayê muebeta giran tê darizandin. Sara Kaya li Girtîgeha Tîpa T’ya Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî dozê bû. Hevserok û rêvebirên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyên Mêrdînê, parêzer û  malbata Sara tevlî dozê bûn. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan doz hat destpêkirin û îdianame hat xwendin. Sara, axaftina xwe ya rûniştina doza beriya vê hat dîtin dubare kir û tehliyeya xwe xwest. 
 
Parêzerê Sara jî parastina xwe ya doza beriya vê dubar kir û xwest ku Sara bê tahliyekirin. 
 
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir, xwest ku rewşa girtî ya Sarayê bê berdewamkirin û doz taloqî 23'yê mijdarê kir.