Sara Kaya dîsa nehat tahliyekirin! 2018-10-05 10:54:01   MÊRDÎN - 8’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku jê tê darizandin îro hat dîtin. Sara dîsa nehat berdan û  doz taloqî 23'ê Mijdarê hat kirin.    8'emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê de li Nisêbînê di encama serdegirtina malan de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Sara bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ bi cezayê muebeta giran tê darizandin. Sara Kaya li Girtîgeha Tîpa T’ya Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî dozê bû. Hevserok û rêvebirên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyên Mêrdînê, parêzer û  malbata Sara tevlî dozê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan doz hat destpêkirin û îdianame hat xwendin. Sara, axaftina xwe ya rûniştina doza beriya vê hat dîtin dubare kir û tehliyeya xwe xwest.    Parêzerê Sara jî parastina xwe ya doza beriya vê dubar kir û xwest ku Sara bê tahliyekirin.    Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir, xwest ku rewşa girtî ya Sarayê bê berdewamkirin û doz taloqî 23'yê mijdarê kir.