Rojnamegerên ji ber nûçeyên Efrînê tên darizandin: Rojnamegerî ne sûc e

  • 14:37 6 Îlon 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Rojnamegerên ji ber li ser medya civakî der barê Efrinê de nivîs û wêne parve kirin doz li wan hat vekirin, hatin darizandin, diyar kirin ku rojnamegerî ne sûc e û xwestin ku bên berdan.  
 
Tirkiye bi hevkariya OSO di 20'ê Çile de li dijî Efrinê operasyona hewayî û bejayî ya dersinor da destpêkirin. Piştî operasyona leşkerî dest pê kir, di 22'ê Çile de polîsan bi ser malên rojnameger Hayrî Demîr, Sîbel Hurtaş, Bariş Ceyhan û Endama MYK'ê yê ÎHD'ê Nuray Çevirmen jî di navde 12 kes binçavkirin û 3 jê girtin. Yekemîn danişîna doza 3 jê girtî 12 kesên bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" û "gel teşfîki kînê kirine" hat dîtin. Rojnamegerê girtî Barış Ceyhan, ji Girtîgeha Kayserî bi riya SEGBÎS'ê tev li danişîne bû. 2 kesên girtî û kesên serbest tên darizandin jî li gel parêzerên xwe li salona dadgehê amade bûn. Danişina dozê li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger û nivîskar Huseyin Aykol,  Serokê Şaxa TGS'ê yê Enqereyê Sinan Tartanoglu, Nûnera ÇGD'ê Çinar Livane Ozer, Nûnerê RSF'ê  yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û Hevserokê Gişti yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan amade bûn. Di danişînê de parêzer dem dem parêzer hişyar kirin ku bi şirovên xwe duzenê xera nekin. Di navpera parêzer û dadger de rageşî derketin. Dadger got "Ji duzena dadgehê ez  berpirsiyar im." û bertek nişan dan
 
Rojnameger Hayrî Demîr parastin kir û diyar kir ku parvekirinên wî kirine hemû li ser xebatên rojnamegeriyê ne û parvekirina tweetan perçeyekî rojnamegeriyê ye. hayîrî da zanîn ku hemû bi armanca nûçeyan agahî parve kirine û wiha got: "Dibêjin operasyon reş kirine. Operasyon di 20'ê Çile de dest pê kir, le min di 19'ê çile de parve kiriye. Bêyî operasyon dest pê bike ez dê çawa operasyonê reş bikim. Rojnamegerî ne sûc e." 
 
Huseyin Gokdemîr jî sûcê der barê xwe de red kir. 
 
Heyeta dadgehê dosya parlamenterê HDP Kemal Bulbul  ji dosya rojnamegeran qut kir. 
 
Lezgin Tekay ê girtî tê darizandin jî parastin kir û got: "Rexneyên neyînî nayên tehamulkirin. Min bi xemgîniyek mezin tevgera Efrinê şopand. Ez xemgîn bûm ku welatê me ket nava celb û şerê Rojhilata Navîn. Armanca min aştî ye. Tevî ku ez bi daxwaza xwe teslîmî polîsan bûm, niha bi sedema bireve ez girtî têm darizandin. 
 
'Du hucreya du metreyan de mam'
 
Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Bariş Ceyhan, jî parastin kir û wiha got: "Ez 17 rojan li Girtigeha Tipa M a Sîncanê di hucreya 2 metre de hatim girtin. Parvekirina zarokekî çawa dibe ku sûc be. Min li şûna Efrinê Filistin nivîsandibûya ez dê îro nehatima girtin. 9 mehin girtî têm darizandin. Ez rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatim. Ez gilî dikim. Ez ji bo îdîanameya 3 rêzikan 9 mehin neheq girtî me." 
 
Saim Selim ê girti tê darizandin jî parastin kir û got: "Ez van îdîayan qebûl nakim. Mirov li dijî şer raweste çawa dibe sûc. Îro 4,5 milyon mirov mexdûrê şer e. 40 salî me. Yekem car derdikevim pêşberî dadgehê. Sûcê min çiye. Ji ber ku li dijî şer derketime. Derûniya zarokê min xera bûye. 9 mehin nikarin nan bibim mala xwe. Ez beraeta xwe dixwazim. 
 
Nûçegîhana Artı TV Sibel Hurtaş jî parastin kir û sucê der barê xwe de red kir. Hurdaş, da zanin ku wê sûcê xwe fam nekiriye û wiha got: Êz rojnamegerek bê alî me. Rêgeza yekem a rojnamegeriya bêlalî her du aliyan jî bibîne. 
Ez nizanim ji ber çi têm tawanbarkirin. Ji ber min nûçe retweet kiriye têm dawanbarkirin. Paraktina min 3 peyve. Rojnamegerî ne sûc e." 
 
Piştî parastina parêzeran dadgehê dema girtinê ya rojnamegeran li ber çav girt û bi şertê kontrola edlî ew tehliye kirin. 
 
Daneşîn taloqî 22'yê Mijdarê hat kirin.