Ji jina ku êrîşa zayendî aşkera kir doza mobîngê

  • 14:29 29 Tebax 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Îclal Nergis a ku li Nexweşxaneya  Qanûnî Sûtan Suleyaman dixebitî ku bûyera êrîşa zayedî ya li dijî 115 zarokan hat kirin û di encamê de ducanî man aşkera kir û piştî wê bi tundiyê re rûbirû ma, derbarê alîgirê serbijîşk Akîf A. yê ku ji dozê tê darizandin de doza mobîngê vekir.
 
Li Kuçukçekmeceya Stenbolê li Nexweşxaneya Qanûnî Sultan Suleyman  jina bi navê Îclal Nergis bûyera 115 zarokên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû mabûn û di encmê de ducanî man aşkera kiribû. Îclal piştî ku bûyer aşkera kir ji aliyê raydarên nexweşxaneyê ve bi tundiyê re rûbirû hatibû hiştin. Îclalê derbarê cîgirê Serbijîşkê Nexweşxaneyê Akîf A. ku ji ber bûyer ji saziyên têkildar re rangihand tê darizandin de bi daxwaza 50 hezar lîre doza mobîngê vekir. 
 
Îclalê di daxwaznameya ku da 4'emîn Dadgeha Asliye ya Hiqûqê ya Kuçukçekmeceyê de wiha got: "Piştî ku Akîf A. bû alîgirê serbijîşk projeyên ku Îclalê jî di nav de cih digir ji destên wê derxistin. Nobetên ku ne erka wê bûn pê dane girtin û jê re got 'ev ezmûna te ye'. Îclalê di 1'ê di navbera  Çile û 9'ê Gulan 2017'an de tespît kir ku derbarê 115 zarokên du canî de tu tişt nehatiye kirin. Li rewşa zarokan pirsî û adinî rojê jî sirgûnî Navenda Tendirûstiyê ya li Sefakoyê hat kirin."  
 
Dadgehê, daxwaza demê ya ji bo parastinê ya Akîf A. qebûl kir. Herwiha dadgehê li aliyekî din jî dosyaya personelan a derbarê Îclalê de û guhertinên ku tê îdakirin Akîf A. di dosyayê de kirine xwest.