Bersûcê Komkujiya Pirsûsê neanîn salonê

  • 17:28 28 Tebax 2018
  • Hiqûq
RIHA - Daneşîna 6'emîn a Komkujiya Pirsûsê li li Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hat dîtin. Daxwaza parêzeran a bila bersûc Yakup Şahîn bînin salona daneşînê hat redkirin û ji bo ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin doz taloqî 22'yê Mijdaraê hat kirin.
 
Di 20'ê Tirmeha 2015'an de endamên DAIŞ'ê li dijî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst êrîş pêk anîbû. Di êrîşê de 33 ciwanên sosyalîst hatibûn qetilkirin, gelek ciwan jî birîndar bûbûn. 6'emîn danişîna doza komkujiya 33 ciwanên li Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê hatin qetilkirin, li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ya Kampusa Girtîgeha Tipa T a Hîlwana Rihayê pêk hat. Xizmên ciwanên ku hatin qetilkirin, rêveber û parlamenterên HDP'ê, Wekila Serokê ESP'ê Fadime Çelebi, endamên MYK'a SGDF'ê û gelek kesên din di danişînê de amade bû. Dîsa parêzerên malatan jî li salonê amade bûn. Polîsan li dora girtîgehê tedbîrên mezin girtin. Xizmên ciwanên ku hatin kuştin û nûneren saziyên civakî ku bi maşîneyên xwe hatin Rihayê, di lêgerînê re hatin derbaskirin. Malbat piştî demek dirêj di lêgerînê re derbas bûn ketin salonê. Rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin jî destûr nedan ku telefonên xwe texin hundirê salonê. 
 
Piştî danişînê dest pê kir, parastin hatin kirin. Bersûcê komkujiya 33 ciwanan Yakup Şahin ji girtîgeha lê tê girtin bi riya pergala SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Bavê Ugur Ozkan ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da Mehmet Ozkan, berê xwe da Yakup Şahin û got: "Ez ji Yakup Şahin dipirsim. Wîcdanê te rehet e. Şeva ku we ev komkujî pêk anî, tu bi rehetî raza? Bersûc Yakup Şahin jî bersîva “Erê wîcdanê min rehet e. Ji ber ku min tiştek nekiriye. Ez bi şev rehet radizêm. Dema malbatan bertek nîşanî şahîn dan, heyeta dadgehê xwest Şahin bêdeng bibe." 
 
Mexdûr Erkan Keskin ku di bûyerê de birîndar bû jî got: "Ez dixwazin ev doz bibe mînak ji bo komkujiyên girseyî û cemaweriyê û bersûc bên cezakirin." 
 
Bavê Çagdaş Aydin ê jiyana xwe ji dest da, Fethi Aydin jî xwest bersûc Yakup Şahin bînin salona danişînê û li salonê bê darizandin. Fatîh, anî ziman ku êdî ev welat bi vî rengî bi rêve naçe. Hevjîna Cemîl Yildiz ê jiyana xwe ji dest da Sultan Yıldız jî got ”6’danişin derbas bûn, lê encam tune ye. Ger ku Yakup Şahin wêrek bû komkujiyê bike bila bê salonê." Şemsa Yurtgul ku kurê xwe winda kir jî got: "Ez zêde tirkî nizanim. Dewletê zimanê min qedexe kiriye. Lê heviya min ji xwedê êşa min jiya bila ew jî bijîn." 
 
Birayê Çagdaş Aydin Yoldaş Aydin jî anî ziman ku xerebûna rastiyê zor e û wiha got: "Lê ger ku em bi rastiya xwe re neyên rûqali hev, rojên dijwartir li pêş me ne. Em tu carî dest ji vê dozê bernadin. Em dê heta dawî şopdarê vê yekê bin. " 
 
Parêzerê malatan Ruken Gulagaci, jî diyar kir ku di danişîna 6'emîn de jî pêşketin tune û wiha got: "Me di her danişînê de xwest dîmen û belgeyên cihê bûyerê li dosyayê bê zêdekirin. Di vê dosyayê de daxwaza edaletê ya civakê heye. Ne tenê daxawzên malbatan in. Em dîsa daxwazên xwe dubare dikin. Em dixwazin Yakup Şahin li salonê amade bibe. Prz Serdîl Îzol jî ani ziman ku daxwaza wan li gorî pîvanê hiqûqê ye, xwest Yakup Şahîn li salonê amade bibe." 
 
'Dê welat bibe gola xwînê'
 
Parêzer Sevda Çelik Ozbîngol jî parastin kir û got: "Bi taybetî komkujiya ku aştiya civakî li welatê me tune bike, pêk anîn. Ger ku rê li pêş vê yekê neyê girtin dê welat bibe gola xwinê. Aliyê siyasî yê vê dosyayê ji aliyê hiqûqê girantir e. 3 salin mexdûr sûcdar tên dîtin. Parêzer mexdûr in. Ger ku li salona danişînê edalet pêk bê, dê xizmeta aştiya civakî bike. 
 
Piştî parastina parêzeran heyetê mafê axaftinê da Yakup Şahin û Şahîn wiha got: "Mirov ne dijminê min in, ez jî ne dijminê wan im. Her kes dibêjin dewletê ev sûc kiriye. Ger ku dewletê wisa kiribe dewletê sûcdar bikin. Min cezayê herî giran girtiye. Ez beraeta xwe dixwazim." 
 
Heyetê doz taloqî 22'yê Mijdarê kir. 
 
Malbatan xwest piştî danişînê li hewşa kampusê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê bi sedema teqez biryara Walîtiyê heye ku daxuyanî neyê dayîn destur nedan.