Piştî êrîşa zayendî bi koçberî û xizaniyê re rûbirû hatin hiştin!

  • 09:08 28 Tebax 2018
  • Hiqûq
WAN-Sê xwişkên ji aliyê cerdevanê gund Tekîn G ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hatin hiştin bi malbata xwe re ji ber pêşdarazan koç kirin û mahkumê xizaniyê hatin kirin. Ji bo gumanbar Tekîn G jî ev 20 mehe ji doza tê darizandin ceza nehatiye dayîn.Malbata ji neçarî koç kir û di rewşek xerab de ye banga piştevaniyê li hiqûqnasên jin û her kesî kir.
 
Li Payîzava ya Wanê li gundekî cerdevanê bi navê Tekîn G. li hemberî 3 xwişkan êrîşa  zayendî pêk anî û piştî bûyer derket holê malbat neçar ma koç bike. Ev 20 mehe li gumanbar Tekîn G ceza nehatiye birîn. 6’emîn rûniştina doza wî di 19’ê îlonê de tê dîtin. Malbatê baga piştevaniyê li her kesî kir.
 
20 mehe doz tê taloqkirin
 
Di 15’ê Kanûna 2016’an de ji ber îstîmsara hat jiyîn doz hat vekirin û tevî 2 sal derbas bûye jî encamek nehatiye girtin. STK, rêxistinên jinan û raya giştî ya doz dişopandin 3 xwişk û malbat tenê hiştin. Malbat ji ber tiştên hatine jiyîn neçar man mala xwe terk bikin. Du zarokên wan yên rastî êrîşa zayendî hatibûn li mala hezkirinê hatin bicihkirin. Ya 22 salî jî qeydê rehabîlîtasyona nêzî taxê hat kirin. Debara malbatê bi 500 TL yê ku mûçeyê zarokê malbatê yê astengdar tê kirin. Malbat pisgirêkên mezin yên aborî û manewî dijîn.
 
Malbat diyar dike ku ew bêriya zarokên xwe yên li mala hezkirinê dikin. Dayikê got ‘malbata min belav bû’ û bav jî got ‘Heta cezayê herî giran nedin gumanbar ez venagerim gundê xwe’.
 
‘Kes li pişt me nesekine’
 
Dayikê diyar kir ku wan 20 sal berê ji Geverê koçî Payîzava kirine û got: “Hevjînê min rêçberî dikir. Xaniyekî me hebû. Roja ku êrîşa zayendî aşera bû ez ji bo şînekê çibûm Geverê. Hevjînê min jî çibû ber pez. Keça min li dibistanê ji mamoste re gotiye. Ez hema vegeriyam. Ev 20 meh e em hewl didin bi dadgehê êrîşa hatiye kirin bidin fêmkirin. Ji ber kes li pişt me tunebû. Lê keçên min çûbûn nexweşxanê. Gelek delîlên din hene. Çima hîna doz tê taloqkirin em fêm nakin.”
 
‘Gundiyan bi nêrîna sucdar li me mêze dikir’
 
Dayikê ev tişt anî ziman: “Tekîn G. di her runiştinê de qerebalix dihat. Lê kesekî me tune bû. Wek em sucdar bin, li me mêze dikirin. Piştî ev bobelat hat serê keçên min, hefteyek çûnde em bi mînîbusa Tekîn G. hatin navçeyê. Ez wisa bi xwe re  hêrs bûm. Ew dewlemend bûn. Gund di destê wan de bû. Ligel mala me erdekî wan yê mezin hebû. Gundî ji wan ditirsiyan. Em ji nêrînên gundiyan yên em sûcdar dikirin derketin. Niha li vir tu hatiniyek me tune. 
 
Banga hestiyariyê
 
Aktîvîsta serbixwe Songul Ozunver ku di vê pêvajoyê de malbat tenê nehişt banga hestiyariyê kir û ev tişt vegot: “Mixabin ji ber têgeha ‘namûsê’ malbat neçar maneye axa xwe terk bike û niha li hember xizaniyê têkoşînek mezin didin û cara duyem tên mexdurkirin. Ez bang li zîhniyeta ku her carê dibêjin ‘namûs’ dikim. Ger hun evqas ber namûsa xwe kebitana, we yê zarok, malbat tenê nehişta û terkî xizaniyê nekira.”