Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun dîsa nehat berdan

  • 16:37 15 Tebax 2018
  • Hiqûq
DERSIM – Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun hat dîtin û dadgehê daxwaza parêzeran a berdanê dîsa red kir. 
 
Danişîna 7’emîn a doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun ku bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” li Girtîgeha bi hejmar 1 ya Tîpa F a Kandiriya Kocaeliyê tê darizandin hat dîtin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin. Nurhayat beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê amade bûn. Parêzeran daxwaza berdana miwekîla xwe kir. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişîn taloqî 10’ê cotmehê kir.