Hevseroka DBP'ê yê Bajarê Silopiyayê Bişeng Mete hat tahliyekirin

  • 16:23 7 Tebax 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Di meha Nîsanê de Hevseroka DBP'ê yê Bajarê Silopiyayê Bişeng Mete tevî 3 kesî hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Bişeng Mete di rûniştan yekem a ku li Cizîrê pêk hat, hat tahliyekirin. 
 
Hevseroka DBP'ê yê Bajarê Silopiyayê Bişeng Mete di 2'ê Nîsanê de dema ku bi wesayeta xwe diçû Hezexê hatibû sekinandin û piştre hatibû girtin. Bişeng Mete di rûniştan yekem a ku li Cizîrê pêk hat, hat tahliyekirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir û hevkarên HDP û DBP'ê beşdarî rûniştina ku li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat, bûn. Piştî parastinên ku hatin kirin şûnde dadgehê biryara tahliyekirina Bişeng da.