Doza Komkujiya Enqereyê didome

  • 12:58 3 Tebax 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Hakan Şahîn yê ji kifşa Komkujiya Garê tê darizandin têkildarî maşîneya li ser wî qeydkiriye û di komkujiyê de hat bikaranîn got: “Ez nizanim vê maşîneyê di karên çawa de bikar anîne. Min wesayîtê hilda ser navê xwe, lê tenê min carek dît.” 
 
Danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku 103 kesan tê de jiyana xwe ji dest da û bi sedan mirov birîndar bûn di roja çaremîn de dewam dike. Di danişînê de li gel malbatan, Parlamenterên HDP’ê yên HDP’ê Kemal Bulbul, Celadet Gaydali û Parlamenterê CHP’ê Mahmut Tanal dozê şopandin. Li bendê ye biryar îro bê dayîn. Malbat wek rojên din di sê nokteyên cuda de di bin kontrolek giran de berdan salona danişînê. 
 
Danişîn bi beyanên bersûcan dewam kir. Mafê axaftinê yê ewil Hakan Şahîn ê ji ber kifşkirina komkujiyê tê darizandin girt û têkildarî îfaeyên bersûc Yakup Yildirim axivî. Şahînt got: “Wek ku Yakup got, ji ber kontur û şarja min tune bû min telefona wî bikar anî.” Serokê dadgehê têkildarî bi Huseyîn Tunç û bersûcn din re jî têkiliya wan pirsî û wiha bersiv da: “Nayê bîra min.” 
 
Şahîn di dewama parastina xwe de got: “Wek ku gotin ji bo kifşê hatiye Enqereyê, ne rast e ez ji bo dermankirina xwe hatim Enqereyê. Ji bo ez wesayîtê kirê bikim, min ji xebatkarê otela lê dimam a li Ulusê pirs kir. Wan jî berê min da Çankayayê. Di maîla herî dawî de Yunus Durmaz dibêje ku ji bo kifşê min şandine Enqereyê. Ez bi xwe hatim Enqereyê. Yunus Durmaz min neşand Enqereyê.”
  
Şahîn têkildarî wesayîta bikar anî jî wiha got: “Marka wesayitê Citroen bû. Ez nizanim vê wesayîtê di karên çawa de didan xebitandin. Di axaftinan de jî heye. Ji ber wesayitek din nîne vê wesayîtê bikaranîne. Min wesayîtê hilda ser navê xwe, lê tenê min carek wesayîtê dît. Dibêjin ku nasnavê min Davut e, lê belê min vî navî qet bikar neaniye.” 
 
Pişt re bersûc Yakup Şahîn mafê axaftinê girt û daxwaza dema pêvek kir. Serokê dadgehê daxwazê red kir.