Doza darizandina cerdevanê îstîsmarkar taloq bû

  • 14:48 1 Tebax 2018
  • Hiqûq
WAN - Doza darizandina cerdevan T.G yê îstîsmara zayendî li du zarokan kir, taloq bû.
 
5’emîn danişîna cerdevan T.G yê girtî tê darizandin ku berî du salan li Wanê îstîsmarê du xwişkên hev ên astengdar kiribû hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Wanê hat dîtin. Malbat û parêzerên zarokan, endama Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a bi KHK’ê hatibû girtin Gongul Denîz beşdarî danişînê bûn. Bersûc T.G di danişînê de parastin kir û wiha got: “Îfadeyên min di danişînên derbas bûyîn de dayîn, dubare dikim.” 
 
Piştî parastinan, şandeya dadgehê danişîn talûqî 19’ê Îlonê kir.