Parêzer Hulya Yalçin: Divê êrîşên zayendî bi awayekî giran bê cezakirin

  • 09:07 1 Tebax 2018
  • Hiqûq
Kevser Ozkaynak
 
STENBOL - Seroka Projeya HAD'ê parêzer Hulya Yalçin diyar kir ku şîdeta ku li jinê tê kirin li zarok û ajalan jî tê kirin û wiha got: “Hinek partiyên siyasî pêşnûmepirsan dide meclîsê. Di van pêşnûmeya qanûnan de  'têkiliya zayendî' tê gotin. Lê têkiliyek zayendî ya bi sewal û zarokan re tune ye. Li vir tecawiz heye, şîdet heye êrîşa zayendî heye.”
 
Seroka Projeya Komeleya Edeleta ji bo Sewalan (HAD) parêzer Hulya Yalçin sedema zêdebûna şîdeta zayendî û di encama vê de tiştên jin dijîn nirxand û diyar kir ku êrîşên zayendî têkildarî nêrîna li hember jînê ye û got di civakê de ne li hemberî kesên şîdet û êrîşa zayendî pêk tînin, li hemberî mexduran bertek heye û wiha pê de çû: “Ji ber vê êrîş zêde dibe. Bêyî ceza tên parastin. Di roja îro de jinek rastî tecawîzê tê hewl dide xwe ji sûcdariyan biparêze. Sûcdar ji daxistina ceza jî fêdê digire.”
 
Hulyayê her wiha destnîşan kir ku di baroyê de derbarê mafên sewalan de jî ders daye û got piranî parêzer şîdetê ferq nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema min digot tecawizê sewalan, pisîk, kuçik, mirişk û çûkê hatiye kirin dikenyan. Ji ber tiştekî pir nebaş û bi xof e. Divê ewil em tecawizê ji ‘çanda ken’ derbixin. Divê em çima tecawiz tê kirin û cezayê vê çi ye? biaxivin.”
 
'Divê êrîşên zayendî bi awayekî herî giran bê cezakirin'
 
Hulyayê bi lêv kir ku her ku diçe şîddet zêde dibe û got: “Divê gumanbar bên cezakirin. Di pergala ceza de tê gotin ku dema jin rastî şîdeta zayendî hatiye qêriyaye an na?Ev rewş û nêzîkatî nikare bê qebûlkirin. Mirov dikarin şok bibin û li ser vê deng nekin. Vê qet li ber çavan nagirin. Nêrîna li hemberî jinê bandorê li ser zarok û sewalan jî dike. Yên ku şîdetê li jinê dike li zarok û sewalan jî dike. Divê êrîşên zayendî bi awayekî herî giran bê cezakirin.”