'Êdî edalet bûye mulkê taybet ê îktidarê'

  • 15:19 31 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
ENQERE – Di danişîna biryara doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de xizmên ên ku jiyana xwe ji dest dan axivîn. Malbatan bertek nîşanî dadgehê dan ku li gel ne berhevkirina delîlan jî dixwazin dozê xelas bikin û ne darizandina peywîrdarên cemaweriyê yên berpirsyariya wan heye. 
 
Danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de tedbîrên zêde hatin girtin û danişîn di bin van tedbîran pêk tê. Danişîn bi pêşkêşkirina beyan û daxwazên parêzerên ên jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. 
 
Serokê Dadgehê Selfet Gîray daxwaznameyên parêzerên malbatan û bersûcan şandibû xwend. Dozger mutalaya di 12’ê hezîranê de da dubare kir û xwest di çarçoveya heman mutalayê de biryar bê dayîn. 
 
Dayikek ku zaroka wê hebû bernedan hundir
 
Ji parêzerên mexdûran Msutafa Kemal Gunduz bertek nîşanî cihê dadgehkirinê da û xwestine dozê ji wan birevînin. Mustafa diyar kir ku malbat dema ketin hundirê dadgehê bi gellek zoriyan re hevrû man û got: “Dayikek ku zaroka wê hebû bernedan hundir.” 
 
Parêzer Îlke Işik jî bi bîr xist ku 103 kesî jiyana xwe ji dest dan û got: “Niha xizmên wan li vir in. Di jiyana xwe de yên herî zêde ji wan hez dikirin winda kirin. Malbat li pey vê dozê ne. Li gorî daneyên me nêzî 500 kes birîndar bûbûn. Çend miwekîlên me yên hêj birîndar in dixwazin hin tiştan bibêjin.” 
 
'Darizandinek hiqûqî nayê birêvebirin'
 
Parêzer Ziynet Ozçelîk jî destînaş kir ku darizandinek hiqûqî nayê birêvebirin û got: “Dixwazin em rastiya mîzanseniya qebûl bikin. Em daxwaz dikin ku li gorî mafê xwe parastinê bikin.” 
 
Ji malbatan Kemal Kiliç jî anî ziman ku tedbîrên ewlehiya li dadgehê roja komkujiyê li qadê tunebûne û got: “Polîsên li vir tedbîr girtine, roja komkujiyê li ku bûn? Wê rojê mirov ji 82 bajaran hatibûn vir. Emniyet li ku bû? Em ji bo edaletê li vir in. Lê mixabin em bêedaletiya herî mezin dibînin. Çimkî kujerên zarokên me li vir tên parastin. Hûn baweriyê bi hemû delilen me pêşkêş kir naynin.” 
 
'Em dev jê bernedin'
 
Ayşegul Duman a di komkujiyê de birîndar bû jî axivî û wiha got: “Ez hemû cangoriyan bi bîr tînim. Ji bo zaliman bijî dojeh. We dozê revand û anî Sîncanê. Lê ev doz diçe ku bila biçe em ê pêşiya dozê bernedin. Em ê beşdar bibin. Em ê hin zêde beşdar bibin. Heke 66 raporên îstîxbaratê bigihîştin cihên pêwîst, yekîneyên peywîrdar karê xwe bikirina dê ne Pirsûs, ne Enqere û ne jî komkujiyên din pêk bihatana.” 
 
'Ev darizandinek çawa ye'
 
Beyanên malbatan, nûnerên saziyên tev li danişînê bûn û yên parêzeran hatin redkirin. Malbatan li dijî vê redkirinê gotin: “Ev darizandinek çawa ye. Mafê me yê axaftinê jî nîne.” Pişt re heyeta dadgehê got dê hin yên beşdar bên guhdarkirin. Seroka 10’ê Ekîm-Der’ê parêzer Mehtap Sakîncî Coşgun diyar kir ku dê 6 kesên biaxivin di nav xwe de aşkere kirin e û navê 6 kesên dê biaxivin radestî heyete kir. 
  
Detpêkê dayika qurbaniyê komkujiyê Korkmaz Tedîk Zohre Tedik axivî û diyar kir ku roja 10’ê Cotmehê daxwaza wan tenê aştî bûye û  wiha got: “Kurê min hat qetilkirin, dema em li digeriyan bi gazê êrîşî me kirin. Tu daxwazeke me nehat bersivandin. Peywirdarên cemaweriyê yên ku çavên xwe ji êrîşkaran re girtin çima nayên darazandin? Em heta hatin vira di çend lêgerînan re derbas bûn. Çima roja komkujiyê ev lêgerîn tune bûn? Cezayê ku hûn bidin bersûcan dê adeletê neyne. Heta berpirsyarên esasî neyên darazandin dê dilê me rehet nebe. Tu tişt dê kurê neyne lê we bi vê mutalaayê careke din me kuşt.” 
 
'Ez tenê edaleta rasteqîn dixwazim'
 
Dayika qurbaniyê komkujiyê parêzer Ûygar Çoşgûn Emel Çoşgûn jî bi gotina ‘Ez dayika hempîşeyê we me’ bang li dadger kir û ev tişt gotin: “Kurê min dîtina xwînê teemûl nedikir. Roja komkujiyê min ji xwe re digot ‘gelo li cihekî ji xwe ve çiye?’ Lê ev derneket û êşê me di cihek xerab de dît. Dilê min bidawîbûnê dadgehê ya bêdelîl qebûl nake. Ez tenê adaleta rasteqîn dixwazim û dixwazim hemû kesên berpirsyar bên darazandin û bên cezakirin.” 
 
'Kurê min ji bo ku êdî zarok neyên kuştin hatibû mitîngê'
 
Bavê Cîhan Andiç ê di komkujiyê de birîndar bû Ahmet Andiç jî diyar kir ku hê jî tedawiya kurê wî didome û ev tişt anîn ziman. “Kurê min ji bo ku êdî zarok neyên kuştin hatibû mitîngê. Lê ji ber ku dewletê ewlehiyê negirt ew bixwe hat kuştin. Peywira dewletê girtina ewlehiya mirovan bû. Kujeran ji cihekî piştgirî girt û rê ji wan re hat vekirin. Min dixwest kesên berpirsyar jî di dosyayê de cih bigirin.”
  
Mûhammed Bahadir Kiliç ku di komkujiyê de birîndar bûbû jî da zanîn ku cara yekemîn tev li rûniştinên dozê dibe û wiha pê de çû: “Raporên çavdarên ku ji aliyê dewletê ve hatin beralîkirin tê redkirin. Tu ferq di navbera kesên ku roja 15’ê Tîrmehê gule reşand ser gel û kesên ku roja kokukijiyê gaza îsotê reşandin ser me tune ye.  Polîsan ew roj bi reşandina gazê ya ser me tiştên ku DAIŞ’ê nîvcû hiştibû, temamkirin. Darazandina ku niha hûn dikin jî tenê ji bo nîşandanê ye. Hûn dozê bi çi encam dikin bikin divê hûnli gel daxwaza aştiyê, daxwaza edaletê jî bibînin.”
 
Herî dawî kurê qurbaniyê komkujiyê Osman Tûran Bozaci Çağatay Bozaci axivî. Bozaci ji ber ku di axaftina xwe de got ‘ez ji serokê destî wî bi xwîn ê rêxistina terorê ya AKP’ê dîktatorê faşîst Recep Tayyîp Erdogan gilîdarim.’ Mîrofona wî ji aliyê serokê dadgehê ve hat girtin. Malbat û temaşevanên dadgehê ji bo van gotinên Bozaci çepikan dan. 
 
Navber dan rûniştinê.