Li Stenbolê ji 7 kesê ku hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin

  • 11:21 25 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL- Li Bacilarê ji 7 kesên ku berî bi 4 rojan di encma serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 3 hatin girtin. Di dema serdegitinê de Nermîn Uzun a ku xwe ji pacê avêt  û 3 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Li navçeya Bagcilara Stenbolê, polîsên TEM’ê berî 4 rojan bi ser malê de girtin û 7 kesên binçav kirin di saetên şevê de derxistin Edliya Stenbolê. Di serdegirtinê Nermîn Uzun xwe ji şibakê avêtibû û di canê wê de şikestin pêk hatibû. Nermîn piştî îfade dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza Sulhê ya 10’emîn a Stenbolê hat kirin. Dadgehê bi heman hincetê, bi şertê kontrola edlî Nermîn serbest berda. Nermîn a ling û parsûyên wê şikiyan, diyar kir ku dê li malê dermankirina xwe berdewam bike. 
 
Kadîr Ertaş, Yakup Şahîn û Ozcan Akkurt ên di çarçoveya heman dosyayê de hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “Yekgirtina welat û yekitiya dewletê xerab kirin” û “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Ekrem Toprak, Nîhat Fîlîz, Nevzat Aktîn jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi şertê kontrola edlî hatin berdan.