Di dosyaya Pirsûsê de pêşketin çê nabe

  • 09:07 25 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
RIHA - Yek ji parêzerên malbata Esvet, Adîl û Celal Şenyaşar ên li Pirsûsê hatin qetilkirin, Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku tevî îtîrazên wan biryara veşarî ya li ser dosyayê didome û got di dosyayê de tu pêşketin çê nabe û lêpirsîn pir hêdî dimeşe.
 
Li Pirsûs a Rihayê di 14’ê Hezîranê de parêzvanên  parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yidiz û xizmên cerdevanan, esnaf Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adîl û Celal Şenyaşar  li kargeriyê û nexweşxaneyê lînç kirin û piştre qetil kirin. Di bûyerê de birayê Îbrahîm Halîl, Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Fadil Şenyaşar bi talîmata dozgeriyê re hat derxistin û li Edliyeya Rihayê hat girtin.
 
Hîna ji malbata Îbrahîm Halîl û parêzvanên wî kes nehatiye girtin û malbata Esvet, Adîl û Celal Şenyaşar jî hîna rastî tehdîdan tê û ji ber tehdîdan neçar man koç bikin. Parêzeran ji bo biryara veşarî ya li ser dosyayê rabe îtîraz kirin lê ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a 2’emîn a Rihayê ve hat redkirin.
 
Parêzera malbatê Sevda Çelîk Ozbîngol derbarê mijarê de agahî da û got: “Di 14’ê Hezîranê de xebatên hilbijartinê kirine hincet û li dijî malbata Şenyaşar êrîş pêk hatiye. Em ji roja ewil de bûyerê dişopînin. Girtiyê malbata Şenyaşar niha şandine Girtîgeha Elezîzê. Em wek parêzvanên malbatê îtîrazên xwe dikin. Ji ber ku bi awayekî cidî şerd û mercên parastina rewa hene.”
 
‘Di dosyayê de tu pêşketin tuneye’
 
Sevdayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku êrîş ji şerê malbatê wêdetir, aliyê wê yê siyasî heye û got: “Biryara veşarî ya dosyayê heye. Ji bo mexduriyeta malbatê rabe daxwazên me didomin. Malbat ji ber ewlehiya zarokên xwe yên li nexweşxaneyê bi fikar in. Bûyer bû rojeva me hemûyan. Ji ber biryar veşarî ye em nikarin tiştekî parve bikin. Lê ji malbata Şenyaşar kesek girtî ye. Em agahiyan ji rayagiştî hîn dibin.  Her wiha lêpirsîn jî lez pêş nakeve. Di dosyayê de jî tu pêşketin tuneye.”