Doza Sara Kaya taloqî 21’ê Îlonê hat kirin

  • 12:08 24 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - 6’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku tê darizandin îro hat dîtin. Di dozê de Sara’ya ku parastina xwe kir anî ziman ku 19 meh in girtî ye û daxwaza bereata xwe kir. Doza Sara Kaya taloqî 21’ê Îlonê hat kirin.
 
6’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê de li Nisêbînê di serdegirtina malan de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê tê darizandin, bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ bi cezayê ‘muebeta giran’  tê darizandin. Sara Kaya li Girtîgeha Tîpa T’ya Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî dozê bû. Parêzer û rêvebirên HDP’ê yên Mêrdînê tevlî dozê bû.
 
Sara ya ku di dozê de parastina xwe kir, ev tişt got: “Min cara pêşîn parastina xwe bi Kurdî kiribû. Lê tercûman wergera wê şaş kiribû. Ez di 2014’an de beriya ku seroka şaredariyê bêm hilbijartin gelek karên cuda de xebitîm. Cihên ku ez xebitîm de tu carî doz li min nehatin vekirin. Di vê dozê de kamyonên ku cih girtine, min bi talimata Qeymeqam min wan şand taxa Firatê ku wê demê qedexe bû. Min bi tenê talimata ku dabûne min kir. Li Nisêbînê careke din derketina derve ya qedexe dest pê kir û ez wê demê ne li Nisêbînê bûm. Ger ku ew komyon sûc in wê demê tirên ku li serê kolanan bûn, xwediyên wan jî sûcdar in. Ji ber ku wan tiran rê girtibû. Ji ber ku ez seroka şaredariyê bûm û talîmata ku dabûn min bi cih anî. Wê demê qeymeqama ku wê talîmatê dabû min jî sûcdar e. Ez 19 meh in girtîme. Min dema 19 salan seroka şaredariyê bûm tu pirsgirêk tunebû. Lê çibû ku ez sûcdar hatim dîtin. Ger ku ez sûcdar im wê demê ez ê neçûma li gel midûrê emniyetê û qeymeqamê û min ê ji bo bajarvaniyê(kentsel) hevdîtin nekira. Ez mexdûr im û dixwazim ev mexdûriyeta min bi dawî bibe.”
 
Piştre parêzerên Sara parastinên ku bere kiribûn dûbare kirin û xwestin ku muvekilên wan bê tahliyekirin.
 
Doz piştî parastinên ku hatin kirin, heyeta dadgehê biryar da û dozê taloqî 21’ê Îlonê kir.