Dadgehê tevî îşkenceya sîstematîk 15 sal ceza da

  • 09:05 23 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - 6’emîn Dadgeha Cezaya Asliyê ya Amedê ji sûcê ‘bi plan hevjîn kuştin’ 15 sal cezayê girtîgehê da Nuriye Demîr û her wiha derbarê wê de biryara xwe ya bi hincet aşkera kir. Dadgehê da zanîn ku Nuriyeyê ji ber  ji îşkenceya didît xilas bibe çalakiyek wisa kiriye û tevî jî ceza dan Nuriyeyê.
 
Li Amedê Nuriye Demîr a di 14 saliya wê de bi mêrê bi navê Azîz Demîr re hat zewicandin her tim rastî îşkenceya sîstematîk a Azîz hat. Nuriyeyê ji bo Azîz birîndar bike, mêrê bi navê Î.Y girt û piştî Azîz kuşt, ji sûcê 'ji qestî hevjîn kuştin' 15 sal ceza dan Nûriyeyê. Dadgehê derbarê Nuriyeyê de biryara xwe ya bi hincet aşkera kir. Dadgeha ku hemû dosya lêkolîn kir, cih dan pêvajoya lêpirsînê û îfadeyên li dozgeriyê. Di biryarê de hat daxuyakirin ku Azîz şîdet li Nursel û zarokên wê kiriye.
 
Di berdewamiyê de hat gotin ku Azîz dîmenên naveroka wan a zayendiyê bi Azîze û zarokan daye temaşekirin û li hember zaroka xwe îstîsmara zayendî kiriye û zarokê jî ev ji dayika xwe re gotiye.
 
Dadgeh:Ji bo ji îşkenceyê xilas bibe serî li vê rêbazê daye
 
Dadgehê di biryara xwe ya bi hincet de cih da îşkenceya sîstematîk a Nuriyeyê jiyaye û hat diyarkirin ku Nuriye ji bo ji îşkenceyê xilas bibe gumanbar Î.Y girtiye û Azîz kuştiye. Her wiha hat gotin ji bo Nuriye ji îşkenceyê xilas bibe serî li vê çalakiyê daye.
 
Dadgehê der barê keça Nuriyeyê de biryara beratê da û der barê Nuriyeyê jî ewil muebeta giran da û piştre ev daxist 18 salan. Dîsa nêzîkatî û tevgerên Nuriyeyê li ber çavan hat girtin û ceza daxistin 15 salan.
 
Î.Y yê Azîz kuşt jî ji sûcê ‘Kuştina bi plankirî’ cezayê muebetê girt. Parêzerê Nuriyeyê îtîrazî ceza kir û dosya şand dadgeha îstînafê.