Li Sûrê beramberê 43 xaniyên hatine hilweşandin 249 hezar lîra ye

  • 09:19 21 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - 43 malbatên di qedexeyên derketina derve de di pevçûnên hatin jiyîn de xaniyên wan hatibû hilweşandin doza tazmînatê ya li wezareta karê hundir vekiribû bi encam bû. Ji bo 43 malbatî bi giştî 249 hezar û 730 lîra pere hat dayîn.
 
Li Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de qedexeyên derketina derve hatin destpêkirin û pevçûnên dijwar hatin jiyîn û qedexeyên derketina derve li 6 taxan 2 salan berdewam kirin. Li hinek taxan qedexe hat rakirin lê li hinekan 2 salan berdewam kir. Gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Xaniyên 4 hezar malbatî hat hilweşandin. Malbatan nikaribûn yek alavekî xwe ji xaniyan bigirin. Malbat li koçberiyê hatin ferzkirin.
 
Malbatan piştî vê talanê der barê wezareta karê hundir de li Dadgeha Îdarî ya Amedê doza tazmînatê vekirin. Ji doza tazmînatê pereyekî gelek kêm hat dayîn.
 
Beramberê 43 xaniyên hatine hilweşandin 249 hezar lîra ye
 
43 malbatên ku ji xaniyên xwe yên li kolana Gazî û Turîstîk û taxên  Alîpaşa, Abdaldere, Ziya Gokalp, Lalebey û Sulyeman Nazîf bû doz vekirin. Dadgehê ji bo malbatên ku yek alavek jî negirtin bi giştî 249 hezar û 730 TL tazmînat da.
 
Dadgeha der barê tespîta zirarê de jî lêkolîn kir 14 hezar û 399 TL da.