Patronê medyaya tirk li dijî keça xwe êrîşa zayedî kir

  • 14:09 19 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
NANVENDA NÛÇEYAN - Patronê medyaya tirk Fatîh Oflaz ji sûcê êrîşa zayendî ku li dijî keça xwe pêk anî bi 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin û piştre bi hinceta ku heta niha tu suc nekiriye cezayê wî daxistin 18 sal û 9 mehan.
 
Fatîh Oflaz ê ku nûnertiya MTV, Ewrosport û gelek kanalên din ên Tirkiyeyê dike, di rojên borî de ji ber ku li dijî keça xwe êrîşa zayendî pêk anî ji aliyê 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve bi 22 sal û 6 meh cezayê gitîgehê hat cezakirin. Heyeta dadgehê piştre ji ber ku di qeydan de hata niha tu sûcekî wî nehatiye tespîtkirin cezayê wî daxist 18 sal û 9 mehan.