Fadîme Çelebî: Em ê di gotina aştiyê de israr bikin

  • 13:42 19 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Wekîla Seroka Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelebî di danişînê de parastina xwe kir û got: “Em li ser daxwaza îktîdara siyasî tên darizandin. Em ê her bêjin aştî." 
 
Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglu û Wekîla Seroka Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelebî di danişîna doza tên darizandin de dest bi parastinê kirin. 
 
Piştî tespîta nasnameyan parêzerên Pinar Aydemîr xwest darizandina Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglu, Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Parlamenterê HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari bi boneya bûne parlamenter bê sekinandin. Heyeta dadgehê biryar da ku dê pişt re daxwazê binirxînin. 
 
Di danişînê de ewil Fadîme Çelîk a girtî tê darizandin parastina xwe kir. 
  
Fatîmeyê bi bîr xist ku bi ser komkujiya Pirsûsê de 3 sal debas dibe û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Fatîmeyê anî ziman ku 5 meh û nîv e girtî ne û got: “Bi salan e ez siyasetê dikim. Bi salan e ez li dijî şideta li ser jinê li qada me. Asta em hatinê dide xuyakirin ku desthilatdariya siyasî tolê ji em hiltîne.” 
 
Fatîmeyê destnîşan kir ku bi boneya ew li dijî şer bûne daxuyanî dane û wiha dewam kir:  “Operasyona Efrînê kuştina jin û zorokan bû. Ez jî dayikek im. Dîrokê êşa şer nivîsandiye. Îro di navbera gelên Tirkiyeyê û Efrînê de tu pirsgirêk nîne. Naveroka daxuyaniya me jî aştî bû. Lê encax îktîdar xwest bi vê operasyonê rantê ji xwe re bi dest bixe. Her roj ên ku hejmara miriyan didin nayên darizandin lê yên ku daxuyaniya jiyana hevpar a gelan dane tên darizandin. Ez ê wek kesayet jî vê yekê her tim bînim ziman. Aştî siberoja gelan e û jiyankirina azad a zarokan e. Hûn ne 5 sal hûn 5 hezar sal ceza bidin min jî ez ê doza aştiyê birêve bibim. Em li ser daxwaza îktîdara siyasî li vir in. Divê ev doz demildest bê betalkirin.” 
  
Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu Kok, parastin kir û got: “Em weke SODAP yek ji pêkhateyên HDP’ê ya sêyemîn partiya mezin Tirkiyeyê ne. Em qebûl nakin ku me sûc kiriye. Di naveroka daxuyaniya me de, alîgirê aştiyê hebû. Li dijî kuştina jin, zarok û sivîlan bû. Me ramanên xwe yên derbarê vê yekê de ragihandin.  Ji ber vê em tu sûcdariyan qebûl nakin.” 
  
Hevberdevkê Partiya Kesk û Pêşeroja Çep Nacî Sonmez jî, parastin kir û wiha axivî: “Ez di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de, 3 mehan hatim girtin. Gava em hatin binçavkirin, ne ji pêkanînên binçavkirinên 12’ê Îlonê cudatir bûn. AKP bi kîjan qanûnan hatibe avakirin, partiya me jî wan qanûnan hatine avakirin.  Binçavkirina me ne tenê kesayeta me eleqedar dike, hemû civakê bandor dike û êrîşa li dijî civakê ye. Di şexsê me de îro li vê derê aştî û demokrasî tê darizandin. Gelo sûcekê li dijî şer dibe ku hebe? Ev dozek siyasiye. Di îdîameneyê de tiştek girêdayî hiqûqê tuneye. Ma ê şer biparêzin. Weke welatiyekê, ez vê nêzîkatiyê qebûl nakim. Li vê derê hûn hikim jî bidin min, çawan ku min di 17 saliya xwe de serî netewand, ezê ji îro û şûn de jî serî netewînim. Jiyana me ya siyasî ji bo aştî, demokrasî û mafê mirovan derbas bû. Ji vê saetê û şûn de em ê çawan tundiyê biparêzin. Îro li vî welatî AKP xwedî kîjan mafan be, partiya me jî xwedî wan mafane.”     
 
Danişîn bi parastina Onûr Hamzaoglu berdewam dike.