Ji bo parêzera ku hat îdiakirin telefon biriye girtîgehê berat

  • 09:05 18 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
EDÎRNE - Derbarê parêzer Ferîde Laçîn a çûbû hevdîtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan de,  bi hinceta telefona bêrîka xwe de ji bîr kiriye û biriye hundir bi daxwaza 5 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
 
Doza derbarê parêzer Ferîde Laçîn de hatibû vekirin bi encam bû. Ferîde ya di 12’ê Mijdara 2016’an de çûbû hevdîtinê, telefon di bêrîka xwe de ji bîr kir.  Telefon dema ji  X-Ray derbas bû  hat ferqkirin.
 
Çapemeniya alîgir propaganda kir
 
Îdareya girtîgehê got telefonek, qertek sîm û qertek hafizayê li ser hatiye dîtin.  Çapemeniya alîgir jî bi ser navê weke ‘parêzera Selahattîn Demîrtaş, Ferîde Laçîn dema telefon derbasî hundir dikir hat girtin’ manşet avêtin.
 
Îdareya girtîgehê daxuyanî da
 
Piştî daxuyaniya îdareya girtîgehê şûnde serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê bi daxwaza ji 2 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê îdianame amade kir. Hat îdiakirin ku Ferîde bi telefon û qertê hewl daye bikeve hundir. Îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Edîrneyê ve hat qebûlkirin. Ferîdeyê jî diyar kir wê di bêrîka xwe de ji bîr kiriye û got bi tu awayî qesta wê tunebû ku telefonê bibe hundir. 
 
Qesta sûc tuneye
 
Dadgehê di rûniştina 6’emîn de got hemû delîl hatine komkirin û got qesta sûc tuneye û biryara beratê da.