Dadgeha ku bersûcê îstîsmara zayendî darizîne nehat dîtin

  • 13:21 17 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
NAVEDA NÛÇEYAN - Darizandina bersûcê îstîsmara zayendî Cîhat T. ji ber ku dadgeha wî darizîne tune ye 6 meh e nayê dîtin. Derbarê dadgeha ku Cîhat T. darizîn de wê dadgeha bilin biryarê bide.
 
Zaroka ku ji Çorluyê bi kal û dayikaxwe re ji bo biçe cem xizmên xwe yê li Îdirê, li vegerê dema ku bi malata xwe re li otobusa Stenbolê siyar  bibû ji aliyê muavînê otobusê Cîhat T. ve bi îstîsmara zayyendî re rûbirû hatibû hiştin. Piştî ku zarokê tişta hat serê wê ji malbata xwe re vegot, malbatê li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir. Piştî serlêdana malbatê Cîhat T. li Îdirê hat gitin.
 
Biryara dawî wê Dadgeha Bilind bide
 
Piştî ku îdaname ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çorluyê ve hat amdekirin, dadgeha ji dozê berpirsiyar diyar kir ku ji ber bûyer li sînorê Amasyayê bûye erka wan a ku dozê bibînin tune ye û biryar da ku dosya ji Amasyayê re bê şandin. Lê dadgeha Amasyayê jî biryara ku erka wan a dozê bibînin tuneye da û dosya li ortê hat hiştin. Ji ber tevliheviya li ser dosyayê ev 6 meh e doz nayê dîtin. Biryara ku doz li ku bê dîtin wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê dayîn.