Doza mêrê ku êrîşa zayendî kir hat taloqkirin

  • 16:15 16 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
WAN - Daneşîna doza mêrê bi navê O.B. ku li dijî zaroka astengdar êrîşa zayendî  pêk anî û girtî jê tê darizandin  hat dîtin. Doza bersûc li ser daxwaza dozger ji bo ku lêpirîsneke nû bi îdiaya hin sûcên din jî kiribin bê destpêkirin taloqî 24'ê Îlonê hat kirin.
 
Doza ku derbarê O.B.yê di sala 2015'an de li dijî zaroka astengdara mêjî ya 14 salî ji ber êîrşa zayendî ku kiribû hatibû vkerin, daneşîna wê ya duyem li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Di daneşîna ku hat kirin de xizmên zarokê, parêzera wê Dîlan Kunt, Serokê Baroyê, parêzerên baroyê û rojnameger jî amade bûn.  Di serî de bersûc O.B. parastina xwe kir, hewlda ku xwe bê sûc nîşan bidine û daxwaza berdana xwe kir.
 
Dozger jî ji bo O.B. xwest ku derbarê wî de lêpirsîneke nû bê destpêkirin ji ber ku dibe hin sûcên din jî kiribin û doza taloqî 24'ê îlonê kir.