Personelên tendirustiyê ku êrîşa zayendî veşartin wê îfadeyê bidin

  • 15:22 16 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL - 59 personelên terndirustiyê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilarê rewşa 350 zarokên bi êrîşa zayendî re rûbirû man ku di encmê de ducanî hatin hişin û serî li nexweşxaneyê dan ji saziyên edlî re ranegihandin wê gazî îfadeyê bên kirin.
 
Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilara Stenbolê di 2017'an de ji 18 salî biçûktir 350 zarokên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû mabûn û ducanî hatibûn hiştin li gel ku ducanîbûna wan hatibû tespîtkirin ji ber ku ji saziyên edlî re rewşa wan nehatibû rahginand derbarê 59 personelên nexweşxaneyê de bi îdaya "Xebatkarên tendirûstiyê yên li nexweşxaneyê sucê ne ragihandina ji saziyên edlî re kirin" lêpirsîn hatibû destpêkirin.
 
Lê ji vê lêpirsînê re walîtiyê bi hinceta ku derbarê bûyerê de tahkîkata îdarî kiriye detur neda. Li ser vê dozgeriyê ji ber ku sûcê hatiye kirin ji saziyên mercî re ji aliyê personelên nexweşxaneyê ve nehatiye ragihandin jî bo îfadeayînê bang li peronelên tendirûstiyê kir ku bên îfadeyê.