Rojnameger û parêzerên girtî: Pişeyê me tê darizandin

  • 14:34 16 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Rûniştina doza 23 kesan ku 13 jê girtî ne û rojnamevan û parêzer jî di nava wan de hene, li Stenbolê dest pê kir.
 
Rûniştina destpêkê ya doza bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" li 23 kesan hatiye vekirin, dest pê kir. Di dozê de nûçegihanên ETHA'yê Îsmînaz Temel û Havva Cuştan û parêzer Ozlem Gumuştaş, Sezîn Uçar bi rengekî girtî, parêzer Gulhan Kaya û Alî Haydar Dogan bi awayekî negirtî tên darizandin. Rûniştina dozê li 27. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk tê û tevî nûçegihan Îsmînza, Hava, parêzer Sezîn û Ozlem hemû girtî hatin anîn. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum û gelek kes dirûşmê dişopînin.
 
Malbatan li salonê silav dan girtiyan, lê jendermeyan xwestin dest li wan werdin. Parêzeran jî nerazîbûn nîşan dan.
 
Parêzeran diyar kirin ku polîs tevlî lêpirsîna kesên tên darizandin bûne û ev yek weke gefekê dikare bê dîtin.
 
Hevberdevka OHP'ê ya Stenbolê parêzer Îlknûr Alcan got, "Lêpirsîn ji destpêkê ve li gorî hiqûqê nayê kirin. Kiryarên lêgerîn, destgîrkirin û girtinê ji her alî ve li dijî qanûnan hatin kirin."
 
Îlknur wiha dewam kir: "Ti ji daneyên ji van delîlan bên bidestxistin hiqûqî nîne. Ev delîlên gemarî ne." Alcan xwest delîlên dijîtal ji nava dosyayê were derxistin.
 
Dadgeha heyetê biryara xwe ya navberê da û hemû daxwaz red kirin.